Ereb û kurd – Girêdanên civanî beramber qeyranên siyasî li ber xwe didin

Ereb û kurd – Girêdanên civanî beramber qeyranên siyasî li ber xwe didin

Enab Baladi Enab Baladi
syria-kurdish-girls.jpg

Taximê lêkolînan – Enab Baladi

Rewişt û adetên cuda di navbera kurd û erebên Cezîra sûrî de, roleke mezin di serkeftina rewşa danberhevê û redkirina guhertinê ji tirsa bişaftinê û parastina neteweyê de dît. Ev a ku rêjîma sûrî bi hemû rêyan kar ji bo tekezkirina wê dikir, wek mafên sîvîl û nasnameyê, û di rêya wê re hewil da ku dûrbûnekê di navbera herdu neteweyan de bihêle.    

Lê bergiriya van adetan bi gelek rêyan wek zewaca di navbera kurd û ereban de, tevî ku xweber tê ji ber girêdayî hestên mirovanen in, şêweyeke mirovane û aştiyane stend, lê bandora wê di rengên pêkvejiyanê de li Cezîra sûrî diyar bû.

Ad

Bi serxistina rewşa mirovane ya hilgira soz û hest li ser metirsiyên civakî, em dibînin ciwanên Cezîrê bi rengekî mezin piştgîriya zewaca di navbera kurd û ereban de dikin, tevî ku ev piştgirtin ji ber astengiyên civakî ne temam e, lê têkeliya ligel parêzgehên din ên sûrî, di salên berî şoreşa sûrî de, rê da xwesteka ciwanên parêzgeha Hesekê ji bo nasîna pêkhateyên din, bêhtir ji xwesteka li ba ciwanên di bajarên herî bakurê rojhilata sûrî de heye.

Yasayên başqekirinê ku li ser cudabûna dîrok, ziman û kêşeyên siyasî dijî, nikarîbû li hember pêwendiya olî û têkelbûna bazirganî û herêmî ku bikaranîna yek zimanî ji bo têgihiştinê ferz kir, bisekine, û têkiliyên mervantî û cîrantiyê bergiriya hewildanên cudakirina siyasî kirin.

Malbatên li Hesekê, Amûdê û Qamişlo û bajarok û gundên nêzîk wek belgeyekê ji têkiliyên suriştî di navbera herdu pêkhateyan de, hîn bi herdu zimana distirên ji bo pêkvejiyana dûrî dûmana şer li bakurê rojhilata sûrî biparêze.

Şam li Amûdê… Evîneke, astengiyên siyasî û neteweyî rê li ber nagirin.

Bîranînên ciwaniya xwe, rojên evînê û pirtûkên felsefê yên ku li Şamê xwendin dide hev, di çirisandina çavên wî de, dema bi Şam re şad dibe, bi peyvên erebî û kurdî, bê ku yekê di ser a din re bigire, ji odeyên mala xwe li bajarê Amûdê, bi eşq û evîn derdikeve, darên hewşê av dide.

loae-Suleiman

Lîwa Silêman û jina wî rojbûyina kurê xwe Cûd pîroz dikin (Enab Baladi)

Lîwa Silêman, ciwanekî kurd e, wekû nûçegihan di radyoyeke xwecih de li bajarê Amûdê kar dike. Dema li Şamê felsefe dixwend, keçeke ereb ji bo zewacê hilbijart, îroj ligel hevjîna xwe û herdu zarokên xwe Şam û Cûd dijî, jiyaneke li ser evînê ava kiriye û deriyê xwe li ber dengê şer digire û nahêle bigihêje mala wî ya biçûk

Lîwa ji Enab Baladi re dibêje: “Min navê Şam li keça xwe kir, Şam a ku ez jê hez dikim û deh sal min lê qedandin, hevjîna xwe ya ereb min lê nas kir, felsefe min li zanîngeha wê xwend, bîranînên min lê berî ku şer min ji wê dûr bixe, nayên jibîrkirin.”

Li bajarê Amûdê, cihê jidayikbûn û rûniştina Lîwa bi dehan ciwan hene ku hevjînên xwe ji neteweyeke din hilbijartine. Vê yekê hiştiye ku têkiliyên di navbera pêkhateyên cuda yên civaka xwecih de bêhtir xurt û girêdayîtir bin.

Nîştecihên Amûdê berî şoreşa sûrî gihişte nêzîkî heftê û pênc hezar kesî, piraniya wan kurd in. Rêjeya kurdan 95% ye, ya ereb û kirîstiyanan 5% ye. Lê rûberê bajêrî biçûk û jiyana gundîtiyê rengeke têkiliyên civakî afirand ku bandora cudabûna adetan di navbera pêkhateyên neteweyî de kêm dike, û rê da hestên mirovane di van têkiliyan de cihê xwe bibînin.

Lîwa berdewam dike: “Ez bi herdu zarokên xwe re bi zimanê kurdî û erebî diaxivim û hewil didim ku karibin bi herdu zimanan biaxivin.”

Sorbûna li ser vê yekê ji hezkirina Lîwa ji zimanê erebî re tê, ku ew wî dibîne “dewlementirîn ferheng e” ji bilî ku di paşerojê de li gelek astan warên mezintir li ber herdu zarokên wî vedike.

“Heger di paşerojê de, zarokeke min xwest hînî mûzîkê bibe û bixwaze bistirê, zimanê erebî wê derfeta hînbûnê li ber wî veke û beşdarbûna di pêbirkên li ser astên mezintir jê re misoger bike.”

Tevî hewildanên dûrbûneke mezin di navbera kurd û ereban de, ku rêjîma sûrî bi dirêjahiya şêst salî didan, herweha hin adetên ku rêgir bûn li ber zewaca di navbera herdu pêkhateyan de, lê ev diyarde hîn li civaka Cezîra sûrî berbiçav e, û hebûna sedan kesên ku endamên du malbatan in yek erebî û yek kurdî, vê yekê ferz dike.

Ciwanê kurd Kamîran Xelîl dibîne ku zewac pêwendiyeke mirovane ye, ne girêdayî ti netewe, ol û nijadî ye, û berdewam dike ku “cîhanê ev qonax derbas kiriye heta li asta regezê jî û em ji sedên salan li vir kurd û ereb pêkve dijîn, divê ev rêgirên bi navê nijadperestiyê neyên danîn”.

Rewşa şoreşa sûriyê a ku bi zorê Lîwa û bajarê Şamê ji hev dûr kirin, û ew vegerand bajarê wî Amûdê, rengeke ji dûdiliyê ji zewaca di navbera pêkhateyên cuda de, durist kir, û ji ber nerînên cuda ku şoreşa sûrî di navbera endamên hundirê malbatê de afirand, herweha ji encama rewşa siyasî di pênc salên dawî de, metirsiya ji rewşa qebûlkirina gişt li ba pêkhateyên civaka sûrî, serê xwe hilda, û têkiliyên civakî li Cezîrê ku ji pêkhateyên neteweyî yên cuda pêk tê, rengekî bêhtir bi btirs stend.

Hevseroka Ofîsa Karûbarên Olan li parêzgeha Hesekê, Ezîza Elxenafir, vê yekê şirove dike, dibêje ku pêkhateyên civaka sûrî bi tirs in, ji ber eşkerekirin û kwîrkirina cudahiyan û tekez dike ku bandoreke nebaş li zewaca di navbera pêkhateyan de dîtiye.

Nerîna Elxenafir gelek haletên li Cezîrê bi xwe nagire, wek haleta Lîwa yê ku kêşeyên siyasî û jiyana xwe ya taybet ji hev cuda dike, herweha di navbera karê xwe de wekû nûçegihan û demên ligel malbata xwe dibe ser. Di wê demê de bi seetan bi zarokên xwe re dilîze û bi du zimanên cuda ligel wan diaxive, derfetê dide wan ku têgehine baş nas bikin, li ser pêwendiyên mirovane beramber nijad û neteweyan.

Herweha Lîwa û hevjîna xwe dikarîbûn têgeha qebûlkirina yê beramber bicih bikin, di rêya azadiya derbirînê û helwestên siyasî di şoreşê de. Lîwa tekez dike ku “bîr û raya kesane bandora xwe li jiyana me nake, her yek ji me bîrûbaweriyên wî hene û hewildana ferzkirina van bîr û rayan nayê kirin. Ez karim bîr û raya hevjîna xwe biguherim û berûvajî wê jî durist e.”

Lîwa hewil dide ku zarokên xwe li ser azadiya hilbijartina jin an mêr perwerde bike, bi hêviya ku ev têgehên cudabûnê di paşerojê de nemînin.

Lîwa û hevjîna xwe nexşeya paşeroja zarokên xwe Şam û Cûd dikêşin, û pişta xwe bi dîroka pêwendiyên di navbera kurd û erebên Cezîrê de girêdidin, ku bûyerên hevçerx nikarin wê bişkînin û bi hezaran kesên ku ji çanda erebî û kurdî ne di rêya evîn û mervantiyê re vê têkiliyê hildigirin û diparêzin.

“Min navê Şam li keça xwe kir, Şam a ku ez jê hez dikim û deh sal min lê qedandin, hevjîna xwe ya ereb min lê nas kir, felsefe min li zanîngeha wê xwend, bîranînên min lê berî ku şer min ji wê dûr bixe, nayên jibîrkirin.”

Gurzeke ji ol û neteweyan taybet e bi Cezîra Sûrî

Devera Cezîra sûrî azar ji paşguhxistinê li hemû astan kişand. Hin dîroknas dibînin ku bi mebest bû, bi taybet di dema desthilatdariya Bees ji sala 1963an de heta berî şoreşa sûrî sala 2011an. Vê yekê hişt ku Cezîrê li ba gelek sûriyan devereke nenas be, tevî ku ol û neteweyên tê de nimûneyeke geş ji pêkvejiyanê ne.

Parêzgeha Hesekê dikeve bakurê rojhilata sûrî, rûberê wê nêzîkî bîst û sê hezar kîlometrên çargoşe ye. Nîştecihên wê li gor serjimêra hikûmetê berî sala du hezar û yazdehan nêzîkî melyon û nîvekê bûn.

Parêzgeha Hesekê li gor dabeşkirina hikûmetê ji çar mentîqeyan pêk tê: Hesekê, Qamişlo, Serêkaniyê û Dêrikê, herweha ji çarde nahiyan, ji wan: Amûdê, Şedadê, Dirbêsiyê, Tirbe Sipiyê, Çilaxê û Til Koçer.

Devera Cezîrê sê neteweyê sereke li xwe digire: ereb, kurd û asûr. Ereb pêkhateyeke sereke ye li parêzgehê, hebûna wan li bajarê Hesekê û gudewarên başûr û rojhilatê bajêr wekû êlan dijîn, herweha bi rengekî kêmtir li gundewarên bakur û rojhilatê Hesekê hene.

Pêkhateya sereke ya didwan li Cezîrê kurd in, bi hezaran li gund û bajarokên gundewarê rojhilat û bakur û bakurê rojhilat belav dibin.

Hebûna aşûriyan li gundewarên bakur û bakurê rojhilatê Hesekê ye, bi taybet devera Qamişlo û Dêrikê û bajarokê Til-Temir wek navendeke sereke ji aşûriyan re tê hesêb.

Herweha sê olên cuda li Cezîrê hene, ew jî: islam, kirîstiyanetî û êzdîtî. Lê ola islamê di nav herdu neteweyên sereke de li parêzgehê ya herî belav e.

Piraniya kirîstiyanên Cezîrê aşûr in, ji siryan û kildanan pêk tê, ji paşmayên kevintirîn şaristaniyên Rojhilata Navîn in, li gor jêderên dîrokî ew kirîstiyanên cîhanê yên pêşî ne.

Ola Êzdî, oleke têkel e ji felsefeyên faris, islam û kirîstiyanî û tenê di nav kurdan de heye. Gundên êzdiyan li herî bakurê rojhilatê Cezîrê belav dibin û hejmara wan berî şoreşa sûrî nêzîkî pêncî hezar kesî bû.

Cezîrê, ji bilî navenda bajarê Hesekê û Qamişlo, bi temamî ji destên rêjîma sûrî derket, û bû beşek ji Rêveberiya Xweser a ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqratîk ve hate ragîhandin, ta ku di paşerojê de bibe bingehek ji bo herêmeke federalîzim li Sûriyê.

Amûdê, li dijî Fransa xebat kir û berî şoreşê li hember rêjîmê rabû

Amûdê bajareke parêzgeha Hesekê ye, dikeve bakurê rojhilatê Sûriyê, li ser sînorê Tirkiyê, heştê kîlometrî ji bajarê Hesekê dûr e. Rûberê wê nêzîkî yek kîlometra çargoşe ye, sed û şêst gund girêdayî wê ne.

Dîroka kevn a deverê vedigere berî sê hezar sal, di rêya her sê girên nêzîkî bajêr: girê Amûdê, Çaxir Bazar û Mozan. Şûnwarnasan belgeyên şaristanî ji hebûna mirovan li Amûdê dîtin.

Derbarî navê wê jêderên dîrokî behsa çîrokên bê belge dikin. Çîroka herî belav, efsaneya ku dibêje, keça şahê Mêrdînê, piştî zaroka xwe tîne, fermana dûrxistina wî dide. Kesê erkdar vî zarokî bi stûnekê li nêzîkî girekî dadilqîne, navê wî girî dûv re bû girê Amûdê. Karwanek di wê derê re drbas bû ew zarok dîtine. Çîroka zarok û stûnê belav bû, û ew dever bi Emûd yan Amûda hatiye nasîn.

Hejmara nîştecihên Amûdê berî şoreşê gihîşte nêzîkî heftê û pênc hezaran, piraniya wan kurd in. Rêjeya kurdan 95% ye û rêjeya ereb û kirîstiyanan 5% derbas nake. Piştî şoreşa sûrî û ji encama koçberiyê hejmara wan vegeriya nêzîkî pêncî hezarî

Êlên kurdan li deverê ên herî xuya Omerî, Kîkan, Golî, Temikî ne, lê bandora êlan di nav kurdan de bi rengekî mezin kêm bûye.

Ji ber piraniya nîştecihên Amûdê kurd in, zewaca di navbera kurd û ereban de kêm e, lê derketina xort û keçan ji bo li zanîngehên sûrî bixwînin, bû sedema gelek zewacan di navbera pêkhateyên bajêr de.

Di sedsala çûyî de, gelek tevgerên şoreşgerî li Amûdê rûdan, a herî xuya serhildana êlên kurd bi serokatiya Seîd Axayê Deqorî li dijî dagîrkeriya Fransa bû. Ji encama vê serhildanê firokeyên Fransa di sala 1936an de bajar bombebaran kir. Ev bûyer bi navê “Toşa Amûdê” tê naskirin.

Di sals 2004an de, xelkên Amûdê wek hemû bajar û deverên kurdî rabûn ji bo piştgîriya xwepêşandanên Qamişlo ku bîst û heft ciwanan bi guleyên desthilata sûrî jiyana xwe ji dest dan. Ji wê rojê de û heta destpêka şoreşa sûrî bajarê Amûdê ji aliyê hikûmetê de, di bin tedbîr in asê de bû.

Di destpêka şoreşa sûrî de, ciwanên Amûdê, bi germî derketin xwepêşandanan li dijî rêjîma sûrî, ji encamê bi sedan ciwanên wê hatin girtin û bi dehan hatin kuştin. Û îroj bajar li jêr desthilata Rêveberiya Xweser de ye.

Keç û xortên Hesekê beramber zewaca ji pêkhateyin din çi gotin?

Şoreşa sûrî bandora xwe li ser ciwanên sûrî di hemû warên jiyanê de kir, û bi rengekî mezin şêweyê ramana wan guhert. Piştî şoreşê ciwanan gelek aliyên cuda dan ber xwe, ku hevbeşbûn di dûrxistina haleta paşguhxistinê, û hewildana derbirîn û danasîna xwe bi gelek şêweyan.

Bi qasî ku şoreşê xwesteka rizgarkirina ji adetên civakî yên ku sînor ji azadiya fikr û derbirînê, kar û zewacê bi xwe re anî, lê di heman demê de hişt ku gelek kes rijd bin li ser têgehine civakî yên ku ber bi nemanê ve diçûn, wek bergiriyekê ji guhertinê re û tirsa ji bişaftinê re.

Guhertinên siyasî ên bi lez, civaka sûrî li devera Cezîrê rastî astengiyên mezin ji hêla ewlehî, fikrî û civakî kir. Vê yekê hişt ku ciwan ji parêzgehê koçber bibin, li şûna ku di civakekê de li jêr desthilat û rêveberiyeke siyasî ya nû, û herdem di bin gefan de, bijîn.

Tevî ku koçberî reveke civakî dida diyarkirin, lê bandora xwe pêkvejiyana pêkhateyen ta radeyeke mezin dît. Ev bandor bêhtir di kêmbûna zewaca di navbera kurd û ereban wek du pêkhateyên musilman li Cezîra sûrî de diyar bû

Enab Baladi, rapirsînek li ser nerînên hejmareke xort û keçên parêzgeha Hesekê çêkir, li ser zewaca di navbera pêkhateyên cuda de, û di rêya kamîreya nûçegihanên xwe re dengê van ciwanên ku li hember mercên dîrokî yên dijwar, rewşeke awarte û paşerojeke nediyar dîtin.

Piştgirên zewaca ji xort û keçan herî zêde bitirs in

Piraniya keç û xortên ku Enab Baladi nerînên wan dîtin, bi xweşî pêşwaziya zewaca di navbera kurd û ereban dikirin, lê astengiyên ziman û rewişt û adetan behaneya kesên ku ne bi vê zewacê re ne.

Ciwanê kurd Şêrwan Hiso dibêje ku evîn dikar hemû astengiyan derbas bike, û tekez kir ku têkiliya di navbera jin û mêrê ji du neteweyên cuda a li ser evînê ava be. Dibe ku nimûneyeke pêşketî di civaka herduyan de durist bike û bandora cudabûnê kêm bike.

Nerîneke cuda ji keça ereb Sîal Mihemed re heye. Tevî ku ew li ser giringiya zewaca herdu pêkhateyan wek şêweyekî ji şêweyên pêkvejiyan û tevlîbûna çandî tekez dike, lê di heman demê de dibîne ku di demeke dirêj de dibe ku pirsgirêkan di navbra jin û mêr de durist bike.

Xwesteka bi tirs ji bo têkbirina hin adetan

Menal Hesen keçeke kurd e, pesnê diyardeya zewaca di navbera kurd û ereban de dide, lê wekû kes rexneyê li vê fikirê dike, ji ber gelek rêbend hene. Menal bersiva pirsa me bi pirseke din dide, dibêje: Dema du kesên kurd ji du deverên cuda dizewicin, rastî gelek pirsgirêkan tên ji ber cudabûna jîngehan, heman pirsgirêk di zewaca du ereban ji du bajêrên cuda diyar dibe. Îca çawa zewaca di navbera du kesên ji du neteweyên cuda wê biserkeve?

Avdar Hesen keçeke kurd e, dibîne ku diyardeya firejinî li ba ereban cihê tirsa keça kurd e, dema xortekî ereb bike, ji ber bi xortê kurd re rastî vê pirsgirêkê nayê.

Aliyên mirovane ji cudahiyên civakî bilindtir e

Ciwanê ereb ê nîştecihê Qamişlo Meaz el-Hemed dibîne ku bandora zewacê li civaka Cezîrê erênî ye. Ew ji Enab Baladi re tekez dike ku gelek aliyên baş ji vê zewacê re hene, ji ber civaka deverê ji bingeha xwe de li ser herdu pêkhateyan ava dibe.

Xortê kurd ê ji Qamişlo, Ebdilbarî Misewir, dibîne ku evîna di navbera du kesan de ne girêdayî netewyan e. “Heger min hez ji keçekê kir, ez amade me ku dest ji gelek tiştan berdim ta ku ligel wê bimînim. Besî min e ku baweriya min pê bê ta ku jiyaneke temamî ligel bijîm.”

 

Çawa şoreşa sûriyê bandora xwe li zewaca di navbera kurd û ereban de kir?

Parêzer Xalid Ibrahîm ji bajarê Qamişlo dibîne ku zewaca di navbera kurd û ereban û pêkhateyên din de li Cezîrê kêm e û ji deverekê ta devera din cuda dibe.

Ibrahîm ji Enab Baladi re diyar dike ku zewaca di navbera kurd û ereban li deverên bakurê rojhilata sûrî ku piraniya wan kurd in, kêmtir e ji Şamê û Helebê ji ber nêzîkbûna kar û pîşe û sirûşta civaka tevlihevbûyî.

Xalid Ibrahîm berdewam dike û dibêje ku li deverên pir netewe adet rola xwe di kêmkirina zewaca di navbera pêkhateyên cuda de dibîne. Parêzer dibêje ku tevgera şoerşgerî li Sûriyê ji ber sedemên siyasî roleke mezin di kêmkirina haletên zewacê de lîstiye.

Ibrahîm dibîne başiya zewaca kurd û ereban di pêkvejiyanê û hevkariya di hemû waran de ye, herweha berûvajî wê girêdayî bi tirsa ji bişaftina kemîneyan û ev yek dibe rêgireke civakî ya mezin.

Ji aliyê xwe ve hevseroka karûbarên olan li parêzgeha Hesekê Ezîza Elxenafir dibîne ku zewaca di navbera herdu neteweyan de gelekî belav bû berî sala du hezar û çardehan de, sala ku şoreş li Qamişlo vêket û bû sedema duristbûna dûrbûneke kwîr di navbera herdu neteweyên sereke de li Cezîrê.

Li gor Elxenafir hêdî hêdî nakokiyên kurdî-erebî kêm dibûn û rê da ber zewacên din di navbera herdu pêkhateyan de, lê şoreşa sûrî hişt ku ev têkilîya li Cezîrê bi paş keve.

Dûrbûna ku pêvajoya dîrokî ji bûyeran re û devera cografî ferz dike, herdem di mervantiya xwînê de rê ji xwe re dibînê, ji ber têkiliyên zewacê wêneya herî mirovane ye li hember hewildanên cudakirinê ji ber armancên siyasî di civakên firenetewe de, herweha bandora adetên ku rêgirin li ber hezkirina mirovane kêm dike. Cezîra sûrî wek nimûneyekê ji sedan haletên zewacên serkeftî di navbera kurd û ereban de diyar dike.

Xal û Kirîv rengeke ji rengên pêkvejiyanê di navbera kurd û erebên Cezîrê de

14011913_264043300655421_1533680775_n-258x225

Baz Begarî

Baz Begarî – rojnamevanek sûrî

Lêkolerê di Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî de, Mihemed Cemal Barût, di lêkolînekê de bingeha pêwendiya di navbera kurd û ereban de vedigerîne berî ku Zengî û Eyûbî bighêjin devera Şamê. Piştre ew behsa dema dagîrkirina Fransa ji sûrî re dike. Barût dibêje ku kurd man beşek ji Sûriyê û taxa kurdan li Şamê bû navendek ku koçberên ji Diyarbekir berê xwe didanê. Barût berdewam kir ku xebatkarê kurd Elî Zilfo Axa ji kesên pêşîn bû ku bergiriya Sûriyê li dijî dagîrkeran kir.

Ku em li bingeha têkiliya çandî ya di navbera herdu neteweyan de vegerin, emê bibînin ku bandora herî mezin ji nêzîkbûna kurdî-erebî re belavbûna ola islamê bû. Belavbûna Quranê wek destûrekê ji musilmanan re, têkiliyên çandî di navbera ereb û neteweyên din de, di nav wan de kurd jî, xurt kir. Çanda islamê hemû civak û neteweyên musilman digihandin hev.

Xal û kirîv du zaraveyên herî belav in di nav xelkên Cezîra sûrî de, bi taybetî di nav pêkhateya kurd û ereb de. Ji ber hebûna wan di cografiyak tevlihev de, rengek ji têkiliyên civakî durist kir, wek pêwendiyekê di navbera herdu civakan de, ev têkilî bi du şêweyên malbatî diyar bû.

A yekê dana jinan. Pirê caran heger tu bibînî kesekî ereb bi kurdî zane, tevî ku rêjîmê zimanê kurdî qedexe kiribû, tu li malbata vî kesî vegerî, tu dê bibînî ku dayik kurd e. Berovajî vê yekê jî ku tu rastî kesekî kurd hat, erebî baş dizane, piştî lêpirsînê tu yê bibînî ku dayika wî ji malbateke ereb e. Ev rengek ji rengên têkiliyan di navbera du neteweyên cuda de di çand, ziman û adetan de, ku cografiya ev têkilî li wan ferz kir.

Diyardeyeke din hate bikaranîn ji ber xwesteka nêzîkbûna pêkhateyên neteweyî li Cezîrê, ew jî sinetkirina zarokan di dawa kesekî ji malbateke din de, ji bo têkiliya di navbera herdu malbatan de bibe kirîvantî. Kirîvantî zaraveyeke kurdî ye, di nav ereban de jî belav bû, û bû adetek ji hemû pêkhateyên deverê re.

Ji encama van têkiliyan çandeke xwecih di navbera xelkên deverê de durist bû, destûr û qanûn ji têkiliyên di navbera pêkhateyên civakê de hatin danîn û bi taybetî ji bo êl û serokêlên kurd û ereb re, bi taybetî ji destpêka sedsala çûyî de û heta salên heştêyî.

Jin anînên herî bi navûdeng di navbera serokên êlan de, ji encama aştbûnê dihatin. Piştî kêşyên dûvdirêj û tolhildanê, çareseriya herî baş ji bo sekinandina kuştin û tolhildanê zewaca du kesan ji serokên herdu êlan bû.

Helbet ev nêzîkbûn ne bi dilê rêjîma sûrî bû, û bi hemû şêweyan hewil dida têkbide û herdu neteweyan ji hev dûr bixe. Ji bo vê yekê bi navê endametiya Partiya Bees a Sosyalîst di gelek waran de ereb di ser kurdan re girt, ji bilî siyaseta erebîkirina navê gundên kurdan li deverê, mîna navên Yafa Filestîn, Heyfa… Ev kar şaxên ewlehiyê yên li deverê dikirin û sûd ji cudahiya di navbera herdu çandan de didîtin.

Herweha nedana nasnameyê ji bo bi hezaran kesên kurd heta sala du hezar û yazdan û hesabkirina wan wek biyaniyan, bandoreke xerab di haletên zewacê de dît.

Helbet pêkvejiyana di navbera herdu neteweyan de bi rengekî bê kêmanî nayê pêşkêşkirin. Beramber lihevkirina civakî, dûrbûn û dijayetî di navbera du çandeyên cuda de heye, lê li hember xwesteka sedan kesên sûrî ku ji du neteweyên cuda ne û bi du zimanan diaxivin û hêviya paşerojeke baş ji zarokên xwe re dixwazin, wê nikarîbe bisekine.

Rojnameya Enab Baladi ev lêkolîn amade kiriye, bi alîkariya radyoya ARTA FM.

 

Top