Ezmûn in Ragîhandinê ên Sûrî, Kurd û Ereban kom dike

Ezmûn in Ragîhandinê ên Sûrî, Kurd û Ereban kom dike

Enab Baladi Enab Baladi
Media-Arab-And-Kurd-In-Syria.jpg

Eneb Beledi – Taybet

Belavbûna berfireh a ku ragîhandina sûriyê bi derketina rojname, radyo, telefizyon û malperên eliktronî yên nû di pênc salên dawî de bidestxist, gelek pirsgirêkên xweber û jiqazî ve tê de hebûn, yek ji wan gotara neyênî ku wan alavan li hember pêkhate û neteweyên Sûriyê bi kar anîn, bi taybetî li devera Cezîrê ku ji gelek pêkhateyên olî û neteweyî pêk tê.

Hin alavan ne tenê rastî bê serûber dikirin, lê jîngeha giştî a ku hatibû ferzkirin bi kar anî û kêşe di navbera gel û pêkhateyên deverê de çespand,

Lê ev diyarde hemû alavên ragîhandinê ên devera Cezîrê dişopand li xwe nagre. Rojname û radyoyên bi zimanê erebî û kurdî derketin û beşdarî di xurtkirina têkiliyên hevbeş di navbera xelkên deverê de kirin, di rêya dose û gotûbêjên ku ronahî avêtin ser mijarên hevbeş.

Di rapirsînekê de li ser rola ragîhandina sûrî di pêwendiya di navbera kurd û ereban de di şoreşa sûriyê de ku Ineb Beledî di rêya malpera xwe de pê rabibû, 45% ji beşdarbûyan pesend kirin ku ragîhandina xwecih pêkhateya kurd û ereb ji hev dûrxistin

10% tenê dîtin ku alavan nêzîkbûna di navbera pêkhateyan de xurt kir, nerîna 35% ku ti bandora alavên ragîhandinê ne di nêzîkbû û ne di dûrbûnê de tune bû, lê nêzîkî 9% dîtin ku alav di vê mijarê de bê alî bûn.

Li gor zaniyariyên ku Ineb Beledî ji peymangeha “WEEDOO” a pispor di warê ragîhandinê de, li parêzgeha Hesekê 36 malper çalak in, 23 ji wan tenê xwecih in, 13 li asta xwecih û sûrî de çalak in, 26 malper projeyên taybet in û 10 malper girêdayî aliyên siyasî û leşkerî ne.

Zimanên van malperan bi vî rengî dabeş dibin:

Karekî ragîhandinê yê hevbeş di navbera “ARTA FM” û “Ineb Beledî” de ji bo têkbirina “Wêneyên Şêwazî

Şerê li Sûriyê çend pirsgirêk gurkirin û li devera Cezîrê bicî bûn, hin alavên ragîhandinê bi şêweyekî bê serûber û ne durist behsa wan kirin, van alavan aliyên ronahî di têkiliyên di navbera xelkên deverê de diyar nekirin, tenê aliyên nebaş ên li gor siyaset û daxwaza wan e, eşkere kirin, vê yekê dûrbûn û kêşeyên di navbera aliyan de xurt kir.

Ragîhandinek ji rewşa qonaxê

Dezgeha “Ineb Beledî” û “ARTA FM” karekî ragîhandinê yê hevbeş damezrandin, ramana vî karî ji ber pêwistiya diyarkirina pêkvejiyana li deverê hat, belkî tiştên siyasetê hilweşandiye vegerîne, û prinsîpa qebûlkirina ê din, ku herdû alavan di rewişt û prinsîpên xwe de pê dikin.

Ineb Beledî armanc ji vî karê ragîhandinê yê hevbeş diyar kir, wek rewşekê bi giştî ji ragîhandina sûrî ya nuh û devera Cezîrê re bi taybetî pêdivî bû, li gor rêvebir Emar Ziyade, “hîn hevrêzî di navbera alavên ragîhandinê yên nû li Sûriyê qels e û ezmûnên hemahengiyê di navbera wan de kêm e.

Ziyade diyar kir ku hevbeşî di navbera van alavan de, roleke girîng dilîze “bi taybetî dema têkilî yan projeyeke hevbeş di nav du alavên erebî û kurdî de çêdibe, ligel hebûna nakokiyên ku eşkere bûne û hewildana aliyên kêşeyê ku bikar bînin”, vê yekê bi xwe dibîne  “ku serkeftineke û nameyeke ku dengê civaka sivîl kare guhertinê bike û têgehên pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyan de biçespîne.

Ev rewşa niha ku bi ser devera Cezîrê de derbas bû. ji şûnwarên şer ên ku tiştên li salên berê hatibûn avakirin wê xerabike, ev yek dihêle dezgehên ragîhandinê ên li van deveran peyda bûn, kar bikin û rêyekê ji bo jinûve ava bikin, li gor Rêvebirê Cîbicîkirê Radyoya “ARTA FM” Mihemed Remedan Hesen (Sefqan), ê tekez kir ku “girîngiya karê ragîhandinê ligel dezgeha Ineb Beledî ji rewşa ku devera Cezîrê bi hemû ol û pêkhateyên civaka xwe tê re derbas dibe, ev girîngî ji tekezkirina pêkvejiyan û qebûlkirina ê din tê, hene ên ku vê têkiliyê têkdibin û ev karê hevbeş girîngiya van têkiliyan tekez û diyar kir.

Dose û dûvçûn in bi nîştecihên Cezîrê re beşdarî kir

Karê ragîhandinê ê hevbeş ku herdû dezgehan li ser kar kir ji komek dose û dûvçûnan pêk te. hejmara wan ta niha gihîştiye şeş doseyan, şêweyekî nû ye ji kar, alavên ragîhandinê ên sûrî di pênc salên dawî de ti guhdan nedanê.

Têkiliyên civakî, aborî û hunerî, ji têkelbûna zimanên cuda li deverê û pêwendiyên bazirganî û jinanînê ta bi şagirdên Kurd û Ereb li dibistanan, mijarên van doseyan bûn.

Mîdiyakar Şêrîn Ibrahîm ji Radyoya ARTA FM behsa sedemên van karên hevbeş kir “gelek ji alavên ragîhandinê ên bi şoreşa sûrî re derketin, hatin bêserûberkirin, ji ber bê kadirên pispor di warê ragîhandinê de, hatin sazkirin, û gotareke taifî diyar peyda bû, ji ber vê yekê Ineb Beledî ligel ARTA berê xwe dan doseyên zehmet, behsa wan ji bo carekê û çend caran dibe bi hêsanî (rewşê) neguhere, lê dibe beşdariyê di sivikirina gelemşe û teşwîşê de bike”.

Mîdiyakar Sefqan dibêje “di rêya karê li ser van doseyan me dît ku gelek aliyên erênî dide wek bazirganiyê, heger bawerî di nav bazirganan de bêtir bibe, hewşa dibistanê ku şagirdên kurd û ereb dicivîne”, herweha “xurtkirina têkilî û pêkvejiyanê di navbera hemû şagirdan de, ji bilî hunermendê ku ji zimanekî bêtir ji zimanên deverê stranan dibêje”, ku ne dema desthilata hikûmet bees û ne di bûyerên pênc salên çûyî de xuya nekir.

Ji aliyekî din ve, Emar Ziyade dît ku “beşek mezin ji helwestên pêkhateyên deverê ji hev, li ser nezanî û nasnekirina ê din, herweha wêneya ku mîdya bi xwe yan çîrokên û ji aliyên pirsgirêkê derdikevin tên avakirin, ji ber vê yekê ev dose hewildaeke ji bo hêsankirina û danasîna xelkê ji karûbarên ku nizanin û rêxweşkirina ji gotûbêj û hevpeyvînê re ye, û derbirîna nerînan li ser mijar in destnîşankirî ji herdû aliyan re ye.

Mirovê Sûrî armanceke bingehîn e

Mirov armanca sereke ye, ku divê alavên ragîhandinê hewil bidin xizmeta nerîn û pêdiviyên û xweberiya wî ji bo bidestxistina zanyariyên durist bike, li gor Şêrîn Ibrahîm doseyên ê karê ragîhandinê yê hevbeş di navbera Ineb Beledî û ARTA FM de, bi şêweyekî şermîn hatine hilbijartin, lê ew bi xwe hestyar in, “danûstendin bi hestekî sûrî ligel wan hate kirin, dûr ji pêkhateyan, ji ber armanca sereke mirovê sûrî ye”.

Desthilata yekalî ya ku “pêncî salî berdewam kir, bes bû ji bo hilweşandina mirov di hundirê me de”, Şêrîn berdewam dike, “ji ber vê yekê kurd û ereban berê xwe dan karê li ser doseyên hevbeş, belkî beşdariyê di avakirina mirov de bikin û alîkariya wî bikin ji bo rêya xwe bibîne… doseyan guh dan mirovê sûrî bi tenê bi hemû nasnameyên wî, û berê xwe da mejiyê wî, û encamên karên herdû dezgehan jê re diyar kirin, çi encamên rasteqîne bin an zanyariyên ku encam li ser wan bên avakirin”.

Wek encamekê ji van doseyan re, Emar Ziyade nerîna xwe bi vî rengî derdibire “Me dît ku pêkvejiyan û têkiliyên di navbera pêkhateyên Cezîreya Sûrî de, sadetir bûn ne wek me bawer dikir, di heman demê de, ew ji nakokiyên siyasî xuetir bû”, gotina xwe bi hin  nimûneyan tekez dikir, “pêkhateyên deverê jinan ji hev tînin, hunereke bê hempa wan dicivîne, danûstendinên bazirganî bi hev re dikin, zarok bi hev re dixwînin û bi hev re li taxekê mezin dibin… ev nimûne eşkere dikin ku çendî ev pêkvejiyan xurt e û rehet e ne wek alavên ragîhandinê diyar dikin”.

Rewiştên pîşeyê bingeha kar e

Rewşa gelmşe ya di hemû warên siyasî, aborî û ragîhandinê de li Cezîreya Sûrî, bandora xwe li civakên deverê kiriye, dever bi hemû pêkhateyên xwe ji ragîhandina sûrî windakirî bû, û miletê sûrî berî şoreşê bibû pêşwazîker tenê ji gotara ku partiya desthilatdar dixwaze diyar bike.

Şêrîn berdewam dike “hin navlêkirinên ku siysetmedarên ji hemû pêkhateyên deverê derxistibûn, wek Cezîrê Kurdî ye, an Kurdistanî ye, an Aşûrî, an Erebî Sûrî ye derketin, lê ku em bala xwe bidin salên pêkvejiyanê, tawaneke ku ragîhandin van salan piştguh dixe û tenê behsa rewşa niha ku dever tê re derbas dibe dike”.

“di destpêka şoreşa sûriyê de, hemû Ermen, Ereb, Siryan, Kurd û Şerkes derdiketin kolanên Cezîrê, çawa ev têkilî hate xerakirin û kî li dû ye?”, Şêrîn dipirs e û berdewam dike “ji ber vê yekê divê ragîhandin bi gotareke hişmendî dûr ji tundî û kînê, roleke biwêrane li himber pirsgirêkên heyî, bibîne”.

Mîdyakarên Cezîrê çawa karê ragîhandinê di navbera kurd û ereban de dibîn in

Şiyar Xelîl, rojnamevanekî kurd ê sûrî

Şiyar Umer – rojnanevanekî kurd ê sûrî

Şiyar Umer – rojnanevanekî kurd ê sûrî

Ligel pirbûna dezgehên ragîhandinê ên rikber di Sûriyê de, û nebûna çavdêriya pîşeyî li ser van dezgehan, hevbeşiya ragîhandinê di navbera alavên kurdî û erebî de li devera Cezîrê, bû ji kêşeyên girîng, ku divê pîşekar guh bidên wê, ji ber rola mezin ji vê pêngavê re, divê peymaneke rûmetê hebe ku bêtir ji dezgeheke sûrî, erebî û kurdî bicivîne, ragîhandin roleke mezin di sazkirina raya giştî de dibîne û çavdêrî, berpirsiyarîtî û rastiyê di çarçûveyên pîşeyî de, ji xelkê re belav dike, û ev yek bi giştî di ragîhandina sûrî a rikber de, tune ye.

Danîna peymaneke rûmetê di navbera van dezgehan de, me ji kêşeyên siyasî û veguhestina wan ji bo ragîhandinê dûr dixe, û windakirina xwendevan di rêya pêşkêşkirina nûçeyên partîtî re, li vir dixwazim amaje bikin ku ragîhandina kurdî di aliyê belavbûna radyo, rojname û malperên eliktronîk li devera Cezîrê gav in girîng avêtiye, û divê em gaveke rast û pîşeyî biavêjin, bi danîna peymaneke rûmetê di navbera van dezgehên ragîhandinê de û dezgehên erebî ên ne siyasî, ji bo sazkirina rayeke giştî rast li ba şopînerên kurd û ereb.

Muhened El-Kati,lêkoler û rojnamevanekî sûrî 

Muhened El-Kati – lêkoler û rojnamevanekî sûrî

Muhened El-Kati – lêkoler û rojnamevanekî sûrî

 

Ez piştgîriya her karekî ragîhandinê ê hevbeş di navbera hemû pêkhateyên sûrî de dikim, ev yek vekirina li ser hemû pêkhateyan dişespîne, û beşdariyê di pênasîna bêtir di navbera hemû çand û nasnameyên sûrî de dike.

Lê her hevbeşiyeke ragîhandinê divê armancên hevbeş ji xwe re destnîşan bike, û divê ti alî wê bi kar neyne ji bo armancên siyasî ku xizmeta nasnameyeke neteweyî yan olî bi tenê bike, divê dûr be ji îdyolociyên partîtî, û hewil bide binavkirin û zaraveyên hevbeş bi kar bîne, û pabendî nerîneke yekgirtî ji brê, niha û siberoja welatê sûriyê be, ligel rêzgirtina ji hemû nerînên cuda re di karûbarên ne serekî de, ên ku bandorê li armancên gelê sûrî, ji bo avakirina welatekî demoqratîk, yekgirtî û azad ji hemû xelkên xwe re nakin.

 

Serdar Mele Derwîş, rojnamevanekî ji kurd ê sûrî 

Serdar Mele Derwîş – rojnamevanekî kurd ê sûrî

Serdar Mele Derwîş – rojnamevanekî kurd ê sûrî

Di warê ragîhandinê û pîşeyî û zanistî ya ragîhandinê de, tiştek bi navê hevbeşiya kurdî erebî di rojnamegeriyê de tune ye, pisporî ya rojnamegeriyê heye, lê rojnamegerî di asta netweyî de tune ye.

Devera Cezîrê ti piştgîrî di warê ragîhandinê de bi giştî wernegirtiye, û dezgehên piştgîriyê li deverê kêm bûn, bi behaneya ku li jêr desthilata rêjîmê an Partiya Yekîtiya Demoqratîk de ye, di rêya çend çalakvanan re ku rola herî mezin di vê prosesê de dîtin û wêneya deverê bêserûber kirin.

Em dikarin bibêjin ku karê ragîhandinê li asta deveran tê kirin, û karê ragîhandinê ê li Cezîrê li ser asta doseyan bû, û em nikarin navê hevbeşiya ragîhandinê a kurdî-erebî lê bikin.

Li ser asta sûrî, çend dezgeh peyda bûn ku rojnamevanên kurd û ereb tê de kar dikin, û em dibînin rojnamevanên kurd bi şêweyekî siruştî li ser çend dezgehên erebî belav in, çi li ser asta nîvisandina rojnamevanî be yan raportên nûçeyan be.

Heger hevkariyek rasteqîne di warê ragîhandinê de hebûya, di têkiliya kurdî-erebî de wê wêneya wê diyar bibûya, ji ber ragîhandinê roleke mezin lîstiye, dema ligel têkiliya hestiyar a kurdî-erebî, em behsa hevbeşiyeke ragîhandinê di navbera wan de dikin, em rola ragîhandinê kêm dikin, an me roleke neyênî lîstiye, bê ku em tiştekî berhem bînin, ji ber vê yekê ez dibînim ku ti ragîhandina hevbeş û hevkarî  a ku pêdivî bû herdû aliyan nêzîk bike, tune ye.

Saşa El-Elo, lêkoler û mîdyakarekî sûrî

Saşa El-Elo

Saşa El-Elo

Di destpêkê de, ramana hevkariya ragîhandina erebî-kurdî pêwistiyeke bê wê nabe, bi taybetî ku nameya ragîhandina herdû aliyan ji cemawerekî re ye, heger ku cuda bin di neteweyan de, lê li ser heman xakê dijîn, û azaran ji heman kêşeyan di rewşa sûriyê de dikşînin (ereb û kurd li Cezîrê ya Sûrî)

Ev hevkarî dibe komkirina siyasî kêm bike, kombûna ku hişt hin alavên ragîhandinê çi erebî bin çi kurdî, bişemitin û bibin minber in siyasî nakokiyên neteweyî gur dikin li şûna ku vemrînin.

Ji aliyê din ve, rewşa siyasî û leşkerî a Rêveberiya Xweser, a ku Partiya Yekîtî ya Demoqratîk PYD ferz dike, sînoran ji herdiwan re datîne, û carnan bi şêweyekî nêgatîv bandorê li karê ragîhandinê ê hina alavên ragîhandina erebî ku li Cezîrê çalak in di rêya çalakbûna nûçegîhanên xwe û şêweyê şopandina rojnamevanî re.

Peymanek rûmetê ya pîşeyî alav in ragîhandinê yên erebî û kurdî li xwe digre

Bîst alavê ragîhandinê yên sûrî ji radyo, ên nivîskî û yên dîtinî, beşdar bûn di derxistina peymaneke rûmetê ya pîşeyî karê wan ê ragîhandinê rêkdixe, û alîkariyê di pêkanîna nerîneke yekbûyî ji ragîhandina sûrî ya nû re.

Ev hemû alavên xwecih bi destpêka şoreşa sûrî re derketin û kar ji bo şopandina bûyerên li sûriyê kirin, kiryarên rêjîma sûrî li dijî sivîlan eşkere kirin û hêdî hêdî ligel pênc salên şoreşê dimeşiya.

Bi ragîhandina vê peymanê re di êlûna 2015 an de, hivde alavên din tevlî wê bûn, dîtin ku di rêya vê peymanê re dikarin  “li himber binpêkirin û destdirêjiyên di kar de bisekinin, wek dilsoziyekê ji rastî û pakiya rojnamegeriyê re”.

Van dezgehan duruşma “ber bi ragîhandineke sûrî ya pîşeyî” hilgirtin, û armanca sereke û ya bi tenê li ser ava kir destnîşan kir ew jî “pêşxistina siberoja sûrî ya ragîhandinê û pîşeyê, û dûrketina ji derew û sextekariyê, û dana derfeta derbirînê ji pêkhateyên civaka sûrî re, di alava belavkirinê de”.

Di destpêka bûyerên sûriyê de, gelek sûriyan berê xwe dan derxistina çapemeniyê nû û karkirina di warê ragîhandinê de, bi azadî dûr ji dezgehên çavdêrî û ewlehiyê.

Bi damezrandina bi dû hev de ji van dezgehan re, helwestên cuda dihatin bala pêşwazîkirê karûbarên sûrî, di navbera kesên razî ji karê ragîhandinê û ên ku dibînin karekî ziyankir e û şermezar dikin, vê yekê rengveda li nirxên karê rojnamevanî, û têgihîştina cemawer û karkirên di vî warî de.

Ji ber vê yekê pêwîst bû ku komek ji dezgehên ragîhandinê yên cuda û di karûbarên sûrî de, kar dikin. ji bo afirandina vê peymanê, a ku karê ragîhandinê rêkxist.

Dezgehên di projeya peymanê de beşdarbûn, nirxên xwe di heşt bendan de kurtkir, komek ji prinsîpan li xwe girt û alavên li ser emzekirin mecbûr kir ku pabendî wan bin di hemû kereste û şopandinan de.

Bendên peymanê li ser bingehên karê rojnamegerî yê pîşeyî tekez kir, ji hûrbûn, rastî û duristiya zaniyariyê, ta nexistina cudahiyê di navbera cemawer de ji sedema ol, netewe, ziman, zayinde, çand û reng, a ku hejmarek alavên ragîhandinê tê werbûn, ji bilî rêzgirtina azadiya derbirîn û bîr û bawerî, û çespandina hevbeşiyê û têgihîştinê di nabera dezgeha ragîhandinê û cemawer de.

Hevbendiyek ji rojnamevanan re, sûriyên ji hemû pêkhateyan civand

Komek ji rojnamevanên sûrî di sibata 2012 an de komeleyek bi navê “Hevbendiya Rojnamevanên Sûrî” demezrandin, û ji destpêka xwe de piştgîriya tevgera şoreşgerî li sûriyê kirin, hejmarek din ên karê rojnamegeriyê di ragîhandina nû de kar dikirin piştî ragîhandinê yekser tev li Hevbendiyê bûn.

Ineb Beledî ligel endamê Hevbendiyê Sexer Idrîs re axivî, ê tekez kir ku “ereb, kurd, tirkuman, çerkes û ermen di Hevbendiyê de hene, û wek dezgeheke komkar e ji hemû rojnamevanên sûrî re, bê ku guh li netewe, zayinde, reng û olan bike, tenê li komkara niştîmanî dinere”.

Erka rojnamevanên sûrî ew e “Sûriya dewlet a ku em tev lê digerin, ji ber em nasnameyeke komkar û tekezkirina nasnameya niştîmanî di dezgehên xwe de, dixwazin, û me guh neda rojnamevan ku ereb, kurd an ermen be”, li gor Idrîs, ê ku tekez kir “nasnameya Hevbendiyê nasnameya sûrî ye, wek her dezgeheke sûrî, kar ji bo çespandina nasnameya niştîmanî bi şêweyekî sereke ye”.

Idrîs berdewam kir ku “girîngiya Hevbendiyê ev e ku şêweyekî ji pevgirêdana têkiliyan ava dike, û nerîn û ezmûnan di çarçûveyeke pîşeyî û komkar de diguherîne, ku yek ji girîngtirîn pîverên ku divê em kar jê re bikin”.

Karê ragîhandinê ê hevbeş di navbera kurd û ereban de, li gor Idrîs, “dibe beşdariyê di tinekirina têgehên şaş de bike, ên ku xelkên ji herdû aliyan belavkirine û beşdarî di bê serûberkirina vê têkilyiê de, û kar ji bo bicîkirina wê kiriye”.

Karê ragîhandinê ê hevbeş di navbera alavên kurdî û erebî de, çi rolê dikarin pêşkêş bikin

Alavê ragîhandinê yên sûrî ên nû yan xwecihî bûn ên karê wan tenê li bajarên Şamê û gundewarên wê, û deverên navîn li Hums û Hemayê, an jî ên karê xwe fireh kirin û xaka sûriyê derbas kirin.

Hejmarek ji rojname û radyoyên kurdî û erebî, bûyerên devera Cezîrê şopandin, tevî cudabûna ziman û civakên wê pêk tîne.

Di karwanê ragîhandinê yên van alavan di salên çûyî de, hinek têkiliyên ragîhandinê ên hevbeş di navbera dezgehên rojnamevanî yên kurdî û erebî de peyda bû.

Ineb Beledî li nerîna hejmarek ji mîdyakarên li devera Cezîrê kar dikin û bûyerên deverê şopandin, li ser girîngiya vî karê hevbeş û armancên ku dibe pêkbîne di nêzîkirin an dûrkirina nerînên wan de, guhdarî kir.

Welîd Reşîd nivîserekî berê di Rêveberiya Ragîhandinê ya Rêveberiya Xweser de, dibîne ku “karê ragîhandinê yê serkeftî ew karê ku pêşveçûn û nûjeniyê qebûl dike û berdewam bi pêş ve diçe”.

Di bersiva li ser girîngiya karê ragîhandinê ê hevbeş di navbera mîdyakarên kurd û ereb de, Welîd amaje kir ku “karê hevbeş di ragîhandinê de bi giştî û li kantona Cezîrê bi taybetî gelekî girîng e ji bo dîtin û diyarkirina têkiliyên hevbeş di navbera kesên deverê de, yên ku wî radikin û pêşve dibin û rastiyê ji hemû pêkhateyên deverê re vediguhêze”.

Mîral Berekat, karmendê radyoya “dengê pêşverû” a kurdî, ji aliyê xwe ve dibîne ku “dema em dibînin nûçegîhanek an rojnamevanekî kurd di ajanseke erbî de kar dike an berûvajî wê, em dibînin ku ev kar beşdariyê de çespandina prinsîpên pêkvejiyana aştiyane û qebûlkirina ê din di her dezgeh an ajansên nûçeyan ên kurdî yan erebî de dike”.

Li ser rola ragîhandinê ya ku dibe karê hevbeş di navbera çend alavên ragîhandinê de pêk bîne, li gor Mîral divê “her alaveke ragîhandinê ya sûrî vekirî be li ser alavên din di rêya weşana bernameyan bi zimanekî din, û destnîşankirina seetan ji bo weşana bi zimanê din, ji ber ev yek wê xizmeta berjewendiya gelê sûrî û ê kurdî û qebûlkirina wan ji hev re bike”.

Hîn ezmûnên ragîhandinê ên di pênc salên çûyî de xuyabûn nûhatî ne, li gor rewşa ragîhandina sûrî a berfireh, pêwîste “kenal in bêtir ji bo têghîştinê lige dezgehên ne kurdî bên vekirin, ji bo gîhandina nameya ragîhandinê a rasteqîne ku xizmeta miletê sûrî di pêkvejiyana aştî û civakî de bike”.

Rola ku dibe hevbeşiyên ragîhandinê di nav çend alavên kurdî û erebî de pêkbîne wek Mîral û Reşîd dibînin, li gor Cûdî Artêş karmendê radyoya “Welat FM” pir teng e, Cûdî eşkere dike ku “astengiyên mezin di karê rojnamevanî de li devera Cezîrê hene, ji ber zimanên cuda li deverê ku bandora xwe li ser veguhestina nûçeyan dike”.

Tevî kêmbûna şopandinên hevbeş di navbera alavên ragîhandinê ên kurdî û erebî de, ji bo diyarkirina pirsgirêkên di navbera herdû alî û pêkhateyan de, lê seroka hevbeş a Yekîtiya Ragîhandina Azad, Şehnaz Osman, dibîne ku “rewşa ragîhandinê li Cezîrê bi giştî, yekem gavên xwe yên pîşeyî diavêje, û gerek e hevkariyeke ragîhandinê ya hevbeş bi hemû cûreyên xwe hebe, ta ku wêneyeke ciwan li ser rewşa Rojava (bakurê rojhilata sûrî) û hemû pêkhateyên wê bê pêşkêşkirin”.

Osman tekez kir ku “di axaftina li ser Rojava de, nabe mebest kur bi tenê bin an ereb, hemû gel û pêkhateyên civakî ên li deverê hene, beşek in ji rengîniya Cezîrê”.

Nûçegîhanê ajansa “El-Itîhad Prês” li devera Cezîrê, Şiyar Umer dibîne ku “di dawî de girîngî ya ji karê ragîhandinê bi giştî û ê hevbeş di navbera alavên kurdî û erebî de, ji başbûna cîbicîkirinê tê, û pabendbûna bi karûbarên pîşeyî yên pêwîste di hemû warên ragîhandinê de, berbiçav bên girtin”.

Armancên ku dibe karê ragîhandinê ê hevbeş di navbera alavên ragîhandinê ên erebî û kurdî de bê encamdan, û ji hêla mîdyakarên Cezîrê hate behs kirin, xaleke girîng paşguhxistibûn li gor Ciwan Siko sernivîserê rojnameya “Sewt Kurdistan”, ê ku bal kişand ser “karê ragîhandinê ê hevbeş derbirîna nirxan e, û dighêje civakeke demoqratîk ya azad, û pirsgirêkên texên paşguhxistî, ji kurd û ereban, çareser dike, di rêya derbirîna kêşe û xemên herdû aliyan li devera Cezîrê, ji bilî rola wê di warê çandî û zanyarî de, û rêxistina civakan, herweha durxistina ji çanda Bees a nijaperest û yekalî ku berê li deverê hatibû bicîkirin”.

Ev dose ji hêla rojnameya Ineb Beledî bi alîkariya radyoya ARTA FM hate amadekirin.

Top