Dibistan in “têkel” li Cezîrê zarokên kurd û ereban dicivîne

Dibistan in “têkel” li Cezîrê zarokên kurd û ereban dicivîne

Enab Baladi Enab Baladi
Farhan-Ali-School-AlQameshli-Syria-EnabBaladi-1.jpg

Şagird li dibistana Ferhan Elî li Qamişlo – çilê paşî 2016 (Ineb Beledî)

Têkiliyên di navbera pêkhateyên Cezîrê de, li ser astên rewşenbîrî, civakî û aborî fireh bûn û bi dirêjahiya dîrokê ji xweber hatin çespandin,  ji encama xaka ku Kurd, Ereb û Siryanan bi xwe digrt, pêwendî têkel bûn û ligel firehzimanî ya deverê, coren in ji hemahengî û rêxistinê ferz kir.

Dibistan di jiyana mirov de kevrê sereke ye, û di avakirina çanda gelan de kelpîçê yekê ye, girîngiya wê di pêşxistina mirov û amadekirina wî de ye ji hêla civakî, rewşenbîrî û zanistî de.

Ji ber Cezîreya Sûriyê wek civakên li Rojhilata Navîn fireziman, çand û netewe ye, dibistanên wê balkişandin rola xwe ya sereke di belavkirina têgeh û şêweyên pêkvejiyana civakî de.

Ad

Guhertineke mezin li dibistanên deverê rûda, li şûna korsa xwendinê a lêvegera wê yek ziman û yek netewe bû, korsên fireziman li qonaxên destpêkê de ta dighêje zanîngehan tên xwendin.

 

“siba we bi xêr” bi sê zimanan li dibistana “Ferhan Elî”  tê bihîstin

Di rûberekî teng de zarokên Cezîrê bi pêkhateyên xwe dicivin, Li hewş û polên dibistanê, ji gewriyên şagirdan  peyvên kurdî û erebî dikin çîveçîv.

Li dibistana “Ferhan Elî” a seretayî li taxa Hilêliyê li Qamişlo, her sibe şagird kom dibin û silavê bi erebê “sebah el-xêr” û bi kurdî “beyanî baş” û bi siryanî “birîx sifro” li hev dikin.

Piraniya şagirdên dibistanê ji gund û taxên Qamişlo ne, berê xwe didin dibistanê ji sedema têkiliyên çandî û civakî ên ku bi salan xwediyên wan sazkirine.

Evîn Ebdilrehman şagirdekî kurd e li dibistanê, ji Ineb Beledî re li ser jîngeha xwendin û hînkirinê li gel hevalên xwe yên ereb ku di polekê de dicivin û li hewşekê di demên valahiyê de werzişê dikin axivî. Evîn dibêje “hejmarek hevalên min ên ereb hene, sibehan pêkve em tên dibistanê, ligel hev em dilîzin, ti cudahî di navbera me de tune ye, ligel zimanê kurdî, ez hînî zimanê erebî jî dibim”

Tevî ku dibistanên têkel ên ku vê dawiyê li bajarê Qamişlo hatin damezrandin, rastî astengiyan di rahatina şagirdên ji pêkhateyên cuda de hatin, lê bi demê re têkiliyên hogirî û hevaltiyê di navbera şagirdên ji pêkhateyên cuda de çêbûn û gelek caran ji pêwendiya di navbera şagirdên hema pêkhateyê xurtir bû.

Kadirê hînkirinê li “Ferhan Elî” ji mamosteyên kurd û ereb pêk tê, li gor mamosteya kurd Minîfa Newaf Hemê amaje dike, mamosteyê kurd bingeha zimanên erebî û kurdî li hemo polên dibistanê hîn dike, mamosteyê ereb waneyên zanistî, bîrkarî û zimanên biyanî hîn dike.

Mamoste Minîfa dibêje ku şagirdên dibistanê “hemû şêweyên cudakirin û neteweperestiyê di navbera xwe de şikandine, herdem tu dibînî bi hev re dilîzin, pêkve hînî zimanên kurdî û erebî dibin û her aliyek korsa wî yê taybet heye.

Gotina “hevalekî min yê kurd heye navê wî Ebûdî ye” herdem li ser zimanê Mihemed e ku şagirdekî ereb di pola sisyê seretayî de ye, her gav dibêje ku hevalên wî ên kurd û ereb li dibistanê û ji derveyî dibistanê hene, bi wan re dilîze û ji wan hîn dibe.

Di demên valahiyê de, Mihemed lîstikên corbicor bi hevalên xwe yên ereb re dilîze, bi taybetî lîstika “15”an  a herî bi bandor e li kesayetiya wî û li dibistanê belav e.

Dibistana “Ferhan Elî” ji polên yekê ya seretayî ta şeşê pêk tê, û korsên xwendinê pirinsîpên sereke yên taybet bi her pêkhateyekê li xwe digre, di her sê polên pêşî de her şagirdek bi zimanê xwe dixwîne, di polên piştî a sisiyan de zimanên pêkhateyên din derbasî korsên xwendinê dibin.

“Ez şagirdên kurd û ereb hînî zimanê erebî dikim, yek dibistan wan dicivîne û ji erka me ye ku em beşdariyê di xurtkirina pêwendî û hevaltiya di navbera wan de bikin”, wisan dibêj Şêrîn Dawûd, mamosteyeke kurd e, bawernameya zimanê erebî ji zanîngehê wergirtiye û ezmûna salên xwendina xwe ji şagirdên dibistanê re pêşkêş dike.

Di axaftina me ligel kadirên hînkirinê de, mamosteya kurd Cîhan Ferhan Temir diyar dike ” ez waneyan didim pola şeşê ji herdû pêkhateyên kurd û ereb re… hînkirina şagirdan ne tenê ji bo zimanê dayikê ye, lê ji bo afirandina şêweyeke hînkirinê ji hemû zimanên devera Cezîrê re”.

Cîhan tekez dike ku divê erka sereke ji dibistanên têkel re bi şêweyekî sereke guh bide veguhestina zimanan di navbera şagirdan de, divê li tenişta zimanê dayikê şagirdê kurd hînî hemû rêzmana zimanê erebî bibe, berûvajî wê şagirdê ereb.

Di dema desthilatdariya xwe ya berê li dever û bajarên Cezîrê de, rêjîma sûrî dibistan in avakiribûn têgehên wek “neteweya hevpişkî” çespand, û ti guh ned bingehên pêkvejiyan û nêzîkbûna ramiyarî û civakî di navbera pêkhateyên deverê de, bi vê yekê têgeh û adetên resen li Cezîrê paşguhxistin.

 

Tu piştgîriya dibistanên têkel di navbera kurd û ereban de li Cezîrê dikî?

Li devera Cezîrê ya Sûrî nêzîkî 450 gundên kurdî û erebî, çend gundên Siryanî û hinek tevlihev hene, vê yekê rewşeke çandî û civakî rengereng saz kir, tê de zimanên cuda tevlihev bûn û pirek di navbera nîştecihên bajar, bajarok û gund de pêk anî.

Cezîreya Sûrî wek nimûneyekê ji bandora vê dewlemendiyê re di jîngeha pêkvejiyana giştî de ku li bajar û gundan hatibû damezrandin xwiya dikir, ji hebûna hevbeş li ser xakê ji bo têkelbûna zimanan di navbera hemû pêkhateyan de, dest pê dikir.

Ev pêkvejiyan û girêdana civakî di prosesa hînkirinê de li deverê rengveda, bi taybetî di salên şoreşa sûriyê de, di rêya daxistina korsên nû de ku pirtûk, wane û şêwazên hînkirinê cudabûn ji yên desthilatdariya rêjîma sûrî.

Rêjîma Sûrî di salên desthilatdariya xwe de berî tevgera şoreşgerî li sûriyê, bikaranîna zimanê kurdî di hînkirinê de li pêkhateya kurd qedexe kiribû, û di korsên xwendinê de ti guh nedayê, lê kurdan berdewam li zimanê xwe xwedî derdiketin û cîranên xwe ji pêkhateyên din hînî zimanê xwe dikirin.

Di hevdîtineke Ineb Beledî ligel kadirên hînkirinê û xwediyên şagirdên kurd, ereb û siryan li devera Hesekê û Qamişlo, li ser nerînên wan derbarî dibistanên hevbeş û têkel ku pêkhateyên deverê li xwe girtine û giringiya wan, herweha korsên ku tên hînkirin, mamosteyê zimanê erebî Heysem Ismaîl dibêje ” ez piştgîriya vî şêweyê xwendinê ku li dibistanên devera Cezîrê tê pêkanîn di jîngeheke birayetî di navbera pêkhateyan de, dikim”.

Lê Isamîl amaje dike ku “divê hemahengiyeke bêhtir di nav pêkhateyan de hebe û bi taybet di navbera berpirsan de, di rêya hevrêziya di navbera korsan û tevlîbûna şagirdan ji bo dibistanan de, ew di rewşeke aram de dijîn û em dixwazin ev aramî zêde bibe di rêya hevkarî ya hevbeş di nav berpirsan de, ji bo ev pêkvejiyan di korsên xwendinê û dibistan de regvedin”.

Lê Sabit Dawûd nîştecihekî ji bajarê Qamişlo balê dikşîne ser pirsgirêka nebûna pisporên hînkirina bi zimanê kurdî, û dibîne ku “ji demeke dirêj ve em dixwazin zimanê kurdî li dibistanên Cezîrê bê hînkirin, lê pirsgirêka sereke ewe ku kes in ne amadekirî waneyan didin şagirdan”.

Girîngiya derbaskirina zimanê kurdî nav korsên xwendinê di salên şoreşa sûrî de, a ku Sabit Dawûd dibîne, pêdiviye şêweyê tevlîbûna hemû şagirdan ji kur, ereb û siryan piştgîriya wê bike, lê “Desteya Perwerdeyê şagirdên kurd ji ên ereb di polan de cuda dike, di dema ku pêwîste tevlehev bibin” berdewam dike “divê korsên xwendinê yek bin li gor kurd û ereban pêkve”.

Yekbûna korsên xwendinê ku Sabit Dawûd dixwazê, Ebdilxefûr Ismaîl bavê şagirdekî ji bajarê Qamişlo jî xwest, û diyar dike ku “zerermendê sereke ji guhertina korsên xwendinê li dibistanên deverê xwendevanê ji hemû pêkhateyan e”.

Ismaîl berdewam dike ku “prosesa yekbûna korsên xwendinê li dibistanên Cezîrê” pêwîst e, “ji ber cudahiya di korsan de dibe sedema cudahiya di prosesa perwerdeyê de, û heger yekbûn korsan zor be, pêdiviye hemahengî di navbera herdû korsan de hebe û xwendevan di hilbijartina kîjan korsê de azad be”.

Ridwan Osman ji bajarê Qamişlo dibîne ku “di sala yekê de ji ferzkirina korsa bi zimanê kurdî li dibistanan, hejmareke mezin ji şagirdan berê xwe didanê, lê di sala didwan de, berûvajî wê bû û hejmara şagirdan li dibistanan kêm bû”.

Osman tekez kir ku “divê ji nû ve lêkolîn li van korsan bêne kirin û stratîjiyek ji bo hînkirina hemû zimanên devera Cezîrê bê danîn, ev yek wê rê bide geşkirina prosesa hînkirinê”.

 Şagird in li dibistana "Ferhan Elî" li taxa Hilêliyê li Qamişlo 17tişrina didwan-2016 (Ineb Beledî)

Şagird in li dibistana “Ferhan Elî” li taxa Hilêliyê li Qamişlo 17tişrina didwan-2016 (Ineb Beledî)

Kurdek geşta xwe wek mamoste li gundên ereb dest pê kir… û ezmûna xwe veguhest ji bo zarokên xwe

Bîranînên ciwaniya xwe vedigerîne, di destpêka qonaxên hînkirina xwe de, piştî bawernameya bekeloriya a giştî wergirt, û li devereke piraniya wê kurd û ereb kurd bûn, di navbera Til-Birak û Til-Hemîs de li Cezîra Sûrî wek mamosteyê wekîl kar kir, li dibistan in kurd, ereb û siryan li xwe digirt û di jîngeheke hînkirinê de, bi sê zimanan xemilandî.

“Rêzgirtina ku nîştecihên ereb ji mamosteyên kurd re diyar dikirin, ti caran ji bîr nakim” mamosteyê kurd Nedîm Xidir Omer dibeje, dema behsa çîroka xwe di karwanê hînkirinê de dikir.

Di axaftina xwe de ji Ineb Beledî re mamoste berdwam dike “di her sê mehên pêşî de ji karê xwe, rojek derbas nedibû bê ku xwediyên şagirdên ereb me vexwendî xwarinê nekin”.

Devera Cezîrê a ku hejmarek ji êlên kurd û ereb lê dijîn, bi guhdana bi mamosteyên li gund û bajarokan kar dikin, bi navûdeng in.

Ev rewişt û adet ji encama rêzgirtina ji van kesayetiyan re tê, çi kurd bin an ereb û siryan bin.

Li gor Omer, ev rêzgirtin ne tenê ji mamosteyên deverê re ye, gelek mamosteyên ji Hums, Hema û Şamê jî heman rêzgirtin û danûstendin ligel wan dihat kirin.

Zimanê dayikê bingeha sazkirina kelepûr û têgehên pêkhate, civak û neteweyên li deverên sûriyê ye, ji ber bi xurtî girêdayî ye bi nasnameya kesê pê diaxive, çi kurd be çi ereb an siyan be, Omer weha digot û rûpelên pirtûkekê ku waneyên wê dide şagirdên xwe yên kurd û ereb diqulipand, berdeawm dikir “Min zimanê erebî xwendiye, û ji bo qonaxên seretayî, amadeyî û sanewî min zimanê erebî hîn dikir”.

Ruhê birayetiyê di navbera pêkhateyên li devera Cezîrê ji kurd, ereb, ermen û aşûr peyda nabe, bê hînbûn û tevlihevbûna zimanan di nav hev de, mamosteyê kurd berdewam dike, ji ber “ruhê hevaltiyê di navbera şagirdan de bi hînbûna hemû zimanên deverê xurt û geş dibe, û di rêya dibistanên ku wan himbêz dike, hemû pêdiviyên perwerde û hînkirinê misoger dike, asta hînkirin û rewşenbîriyê li ser bingeh û pêwendiyên xurt pêşve diçe.

Rêjîma sûrî hewildan in mezin da ji bo durxistina kurd û erban di hemû warên rewşenbîrî de û bi taybetî di warê hînkirinê de li devera Cezîrê, di rêya korsên xwendinê û guhertina navên dîrokî yên gund û bajarên sûriyê, bi vê yekê têgehên beesîzimê di hişê zarok û şagirdan de diçespand.

Lê di pênc salên çûyî de, pîlandanîna ji karwanê hînkirinê re, ji dibistan, kors û pirtûk û hilbijartina zimanan bi yekcarî kete destên xelkên deverê, û dibistanên hevbeş ên xwendevanên ji hemû pêkhateyan himbêz dike, hatin damezrandin.

Ji encamên bandora şer û siyasetê, sazkirina bingeheke baş ku pişt pê bê girêdan pêwîst bû, ji bo çespandina şaristaniya Cezîrê û jiyana hevbeş û canê hevaltî û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên civakê de, wek şaristanî û gelên din.

Mamoste Nedîm Omer vê yekê tekez dike dema dibêje ” ji bo parastin û berdewamiya bingehên pêkvejiyan û têkiliyên civakî ên di navbera civakên Cezîrê de ava bûne, pêwîstî bi pêwendiyên ku wan bicivîne heye, di rêya afirandina têgihîştinê di navbera zarokên van pêkhateyan de, divê tovên pêkvejiyanê di nav wan de bê çandin, ji bo bi pêşveçûna wan re mezin bibe.

Li Cezîrê 1360 dibistanên têkel û kors in nû tên xwendin

Prosesa hînkirinê li devera Cezîrê di salên çûyî de rastî astengiyên cûda hat, çi ji hêla kêmbûna kadirên hînkirinê be yan prosesa destkariya di korsên xwendinê de a ku di sala xwendinê 2015 – 2016an de hate cîbicîkirin.

Li dibistanan berê sîstema kar tenê ji korsên xwendinê ên ku rêjîma sûrî ferz kiribû li hemû qonaxan pêkdihat, û di destpêka şoreşa sûriyê de, û kontrolkirina Rêveberiya Xweser ji deverê re, zimanê kurdî û siryanî derbasî dibistanan hate kirin û li rex zimanê erebî di heman dibistanan de tên xwendin.

Li gor Desteya Perwerdeyê dibistanên têkel tenê li deverên ser bi Rêveberiya Xweser ve hene, di çend mehên çûyî de zêde bûn ta gihîşt 1360 dibistanî, 12 hezar mamoste ji pêkhateyên cuda di wan de kar dikin.

Cîgirê hevserokatiya Desteya Perwerde û Hînkirinê li Kantona Cezîrê, Malik Hena ji Ineb Beledî re li ser van dibistanan, çawaniya belavkirina şagird û polan, Hena dibêje “dibistanên têkelli devera Cezîrê, ne ji bo pêkhateyekê bi tenê ye, lê hebûna dibistanê  li gor rewşa taxan e”.

Hemerengiya rewşenbîrî ev pêkhate civandine, ji bo çespandina vê pêkvejiyanê dîtina mîkanîzmekê pêdivî bû, Hena diyar dike “sê pêkhate yan bêhtir li  piraniya taxên li devera Cezîrê hene”

 

Kors in Hînkirinê “Rêveberiya Xweser” daxistine

Di herdû salên dawî de, “Rêveberiya Xweser” bernameyên nû ji bo hînkirinê daxistin, hînkirina bi zimanên kurdî û siryanî wek ziman in nû ku berê qedexe bûn, li rex zimanê erebî li xwe digirt.

Cîgirê Desteya Perwerde û Hînkirinê li Cezîrê, korsên li dibistanên têkel şirûve kir, Hena dibêje “korsên bi herdû zimanên erebî û kurdî li polên yekê ta şeşê seretayî tên hînkirin, û korsa bi zimanê siryanê tenê li pola yekê û didwan tên hînkirin”.

Û amaje dike ku “azadiya hilbijartina zimanê sereke û zimanê didwan jî, ji şagirdê dibistanên têkel re berdest e”.

Pêkhateyên kurd, ereb û siryanî li hemû dever û bajarên Cezîrê belav in, tu ti deveran nabînî ku pêkhateyek bi tena xwe lê ye ji bilî deverên li herî bakurê rojhilata sûriyê.

Armanc ji vê prosesa ku Desteya Hînkirinê ya Hevbeş li devera Cezîrê pêk tîne “berê şagirdan ji pola yekê ta şeşê bidin hînbûna her sê zimanên sereke li devera Cezîrê”.

Şagird in li dibistana "Ferhan Elî" li taxa Hilêliyê li Qamişlo -17 tişrîn2 2016 (Ineb Beledî)

Şagird in li dibistana “Ferhan Elî” li taxa Hilêliyê li Qamişlo -17 tişrîn2 2016 (Ineb Beledî)

Hena berdewam dike ku Deste ji nêzîkî salekê ve li Cezîrê kar dike ji bo amadekirina kors û pirtûkên nû ji xwendevan û şagirdan re, amaje dikir ku “bêhtir ji jêderekî li pişt korsên xwendinê ne, û li gor çanda Netewya Demoqratîk e, ne çandeke taybet e  li ser pêkhateyan bi temamî ferzkirî ye”.

Prinsîpên sereke û taybetmendiya her pêkhateyekê di korsên xwendinê ên dibistanên têkel de hene, lê hinek ji xelkên deverê qebûl nekirin, ji bilî hejmara mezin a şagirdan di her dibistanekê de, vê yekê hişt ku berê xwe bidin dibistanên taybet li deverê, ên ku korsên girêdayî rêjîma sûrî didin xwendin, bi taybet ev dibistan ji hêla bawernameyan de aramiyê didin, bawernameyên wan tên qebûl kirin, ne wek korsên ku nû hatine ferzkirin..

Lê hin dibînin ku dibistanên têkel rêya bi tenê û herî baş e ji bo sekna li himber ziyanên gihîştine kertê hînkirinê û rêyeke şirîskedar e ji bo avakirina pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyên Cezîrê de.

Ev dose ji aliyê rojnameya Ineb Beledî û bi hevkariya Radyoya ARTA FM

 

Top