Hemahengiyeke hunerî di navbera Ereb û Kurdan de – Cezîzereya Surî ew hembêz kiriye

Hemahengiyeke hunerî di navbera Ereb û Kurdan de – Cezîzereya Surî ew hembêz kiriye

Enab Baladi Enab Baladi
Watermark-1300.jpg

Hunermend Dilo Doxan

Cezîreya Sûrî hejmareke ji hunermend, şanoger û dengbêjan bi xwe girt, sirûşteke rengereng a hunerî, çandî û şaristanî ya dewlemend li Sûriyê pêşkêş kir, û bi hejmareke mezin ji şano û stranên gelêrî bi ziman in di navbera peyvên erebî û awazên kurdî de, hemaheng bûn û di yek pareçeyê de tevlîhev bûn.

Xelkên Sûriyê peyvên strana ku hunermend Semîh Şiqêr diyarî dengbêjê kurd Şivan Perwer kiribû ji bîr nakin, karwanê stranbêjiya xwe di şoreşa sûrî de, dewlemend kir, bi beşdarbûna ligel birayên xwe yên kurd, bi strana “bistirê Şivan bistirê” bang li wan dikir, ta wêneya giştî ku kurd û ereb li ku bin birayetî di navbera wan de her heye, dozê li Şivan dike ku berdewam ji gelan re bistirê, ji xwe dujminê azadiyê li her derê yek e.

Hejmarek ji şanogerên kurd şanoyên xwe bi zimanê erebî nîvisandin, herweha gelek stran bi hemû zimanan di hin şanoyan de dihatin stran.

Ad

Şivan vexwendina Semîh Şiqêr ji bîr nekir, soza xwe bicîanî û straneke bi zimanê kurdî ku zimanê erebî yê ew vexwendî himbêz kir, rastî Şuqêr kir, navê “Aştî û Azadî” lê kir, gotinên wê ji azarên ku sûrî yên kurd û ereb ji ber sitem û zordariyê dîtin wergirtiye, ji bo bilindkirina dengê azadî û dadmendiyê bilind bike.

Şivan ji Semîh Şiqêr re bi zimanê erebî stra, bi malka “Selamon min seba bereda ereqû, we demion la yûkefkefû ya dîmeşqû” a helbestvanê ereb Ehmed Şewqî dest pê kir, tê de silav li hunermend Semîh Şuqêr kir, tekez kir ku kurd û ereb hîn mil bi mil li ser rêya azadiyê ne.

Va me, ez hevalê te Şivan im, ji gelekî azadî û aştîxwaz re distirêm, va me, ji Hemze El-Xetîb re, ji laşekî re, laşê wî ê guleyê tariyê ew perçekirin, ji aştî û azadiyê re distirêm, ji azadiya mirov re distirêm.

 

Adel Mourad, Kurdish playwright and poet, playing the tanbūra machine (long-necked lutes) (Enab Baladi)

Adil Murad, şanoger û helbestvanekî kur, tembûrê dijene (Ineb Beledî)

Şano di himbêza Cezîrê de…bîranîn û roj in ciwan

Çîrok û serboriyên şanogeriyên ku ji çend salan de li Qamişlo pêşkêş kiribû, ji sê lehengên herdemî ji kurên bajêr (Siryanî, Ereb û Kurd) xalî nedibûn, û cemawereke mezin wek mozayîkeke rengîn ji pêkhateyên Cezîrê.

Wek gurzeke gulên rengîn, şanogeriyên xwe me li xelkên bajarê xwe belav dikir, evîn û çepiklêdan çi ciwan in, ku li şanoyên Qamişlo bilind dibûn, û stranên kurdî, erebî û siryanî ew dixemilandin, şanoger û helbestvan Adil Murad Ibrahîm, weha digot, û çîrok û şanogeriyên ku di wê demê de nîvisandibûn û ligel komeke şanogerên “ereb, kurd, ermen û siryan”pêşkêş kiribûn, di cîhana hunerî û şanoyê de, wek yekem pêngava bû, di karwanê hunerî ya wî de.

Ibrahîm di axaftina xwe de, ji Ineb Beledî re berdewam dike, “karê min ê hunerî ne şanogerî tenê bû, min helbset bi zimanê erebî nîvisand û bi zaraveyên sûrî, îraqî û libnanî pêşkêş kirin, ji rewşa giştî ya çend pêkhate li bakurê rojhilata sûrî li devera Cezîrê kom kiribûn, pêyvên wê hatin wergirtin.

Devera Cezîrê ya Sûrî, a ku hejmarek ji pêkhateyan li xwe girtibû, ji gelek helbestvan û şanogerên ereb, kurd û siryan jî li xwe girtibû, ên ku bi canê û afirandinên xwe nûnerîtiya jiyana xwe ya hevbeş kirin û bi helbest û şanogeriyên xwe, gelek helwest û çîrok tomar kirin, ku wêneyeke xemilandî ji firerengiya çandî, hunerî û şanogerî li deverê dida, tevî ku gelek ziman hebûn lê karwanê helbest û hunerê li devera Cezîrê dewlemendkir.

Rewşa asayî ya ku her hunermend tê de dest pê dike, ji pêwendî û girêdana bi devera ku lê dijî tê, çawa heger li devera Cezîreya Sûrî be, a ku jîngeheke hunerî û helbestî li qeraxên çemê Ferêt ferz kiriye û pêkvejiyan di can û kesayetiyn deverê de çandiye, ta ku rengekî ji stran, huner û şanogeriyê pêşkêş bikin ku ji dilên wan ên tije evîn û biratî derdikeve, Adil tekez dike ku Cezîrê rengekî çandî li ser hemû pêkhateyan ferz kir, şanoyê ereb, kurd û siryanî bê cudahî bi hev re kom kir.

Karên hunerî li devera Cezîrê ne tenê stran û şano bûn, hemû dawet, aheng û mihrecanên ku li deverê çê dibûn, ê ereb gotin û deqên xwe bi erebî pêşkêş dikir, ê kurd ev gotin bi amûra xwe ya mûzîkê awaz jê re datanî û yê siryanî bi sê zmanan pêşkêş dike, di encamê de Orkêstrak ji canê deverê derdikeve, weha Adil derdibirî û li tembûra xwe dida, Tembûr a ku hemû komên kurd bi jenandina wê bi navûdeng in, Adil digot ” di hemû aheng û mihrecanên ku li devera me tên lidarxistin, min li vê amûrê dida û bi wê awaz datanîn, piraniya peyvan bi zimanê erebî hatibûn nîvisandin.

Ê ku çil salî bi miletekî re bide û bistîne dibe yek ji wan, penda ku şanoger Adil axaftina xwe ligel me pê bi dawî anî, û rê dide  ku karên xwe yên hunerî yên ji hestên dewlemend ên di canê wî di bi cî bûne berdewam bike, û baweriyê dide wî, tevî vê rewşa ku ew û hevkarên xwe yên hunermend û şanoger têre derbas dibin.

 

Tevî hewildanên ku rêjîma sûrî bi dirêjahiya şêst salî dan ji bo çespandina cudahî û jihevdûrxistina rewşenbîrî û ramiyarî di navbera kurd û ereb û pêkhateyên din de, Adil dibîne ku “cudahkirina hemahengiya hunerî û şanogerî ya hevbeş a girêdayî me ve, zor e. şanoya kurdî û erebî yek e, berê dema em diçûn şanoyê û me beşdarî di karên şanogerî de dikir, li ser bingeheke pîşeyî em kom dibûn, bê ku em zanibin ev kurd e û yê din ereb e yan siryan e.

Di pênc salên çûyî de, gelek bandor li jiyana hunerî ji “helbest, stran û şano” li devera Cezîrê hat, ji encama aloziyên ewlehî û dorpêçkirina ku li ser bajarên wê ji aliyê rêxistina “Dewleta Islamê” hat ferzkirin

dorpêçkirina pênc salên çûyî ya aborî, civakî û rewşenbîrî ku li ser sûrî hate ferzkirin û hemû rewşên zehmet ên siyasî û leşkerî, hiştin ku Adil helbest û şanogeriyên xwe li hejmareke şanoger û hunermendên ji pêkhateya ereb û siryan, bidomîne.

Şano li Cezîrê ya sûrî…. pevgirêdaneke hunerî û resenayetiyeke dîrokî

Tevgereke çalak û pevgirêdayî di warê karên şanogeriyê de, li deverên Cezîra Sûrî piştî sala 1991ê di nav şanogerên ereb û kurd de belav bû, wek hewildanekê ji bo guhdan û çespandina kelepûra dîrokî û rewşenbîrî ya deverê çi bi pêşkêşkirina karên şanogerî, yan şevbuhêrkên rexneyî û simînarên şanoygerî yan jî nîvisandina deqên şanogerî be, û hejmarek ji mihrecan û karên şanogerî pêşkêşkirin, herweha komên hunerî yên serbixwe di nav xwe de saz kirin.

Li bajarê Qamişlo li devera Cezîrê ya ku ji pêkhateyan re komkar e, hejmarek ji karên şanogerî lê derketin, şanogerên pêşîn ji ereb, kurd û siryan bi van karan karwanê hunerê ji bajarê xwe re û ji Cezîrê re bi giştî re dewlemend kirin.

Şanoya Qamişlo di dîroka Cezîrê de, mozayîkeke rengîn e

Şanoya bajarê Qamişlo berê hemû texên ji pêkhateyên devera Cezîrê ya Sûrî kom kir, pêşî bi komên hunerî û yaneyên biçûk dest pê kir, û serkêşiya tevgera şanogeriyê li deverê kir.

Şano di çend qonaxan de derbas bû, ji pêşkêşkirina teqsên li Cezîrê xuya û bavbûyî ne û ahengên gelêrî û monoloj ta ghîşte pêşkêşkirina  şanogeriyeke pêşketî.

Şano tevgereke çalak pêşkêş kir, evîndarên xwe û yên weje û hunerên din li bajêr di nav rêzên xwe de bi cî kir, pêşî pişt pê dihat girêdan ji bo pêşkêşkirina şanogerî û bendên bêhnveker ku xelkên bajarê Qamişlo bi kar in ji huner û afirandinê dilxweş dibûn, û bi demê re cemawerê şanoyê di nav hemû pêkhateyan de fireh bû.

Piraniya karên şanogerî yên ku li bajêr di destpêka damezrandina wê de çêbûn, bi rengekî sereke li ser milên ciwanên siryan, ereb û kurd bû, wan jî karê şanogerî li devera xwe bi taybetî û li deverên Cezîrê yên din bi giştî dewlemend kirin.

Ekterê şanogerî yê kurd, Hisên Biro ji Ineb Beledî re dibêje “komên şanogerî ên pêşî li bajarê Qamişlo hatin sazkirin, ji ciwanên siryan, kurd û ereb pêkdihatin, di rêya pêşkêşkirina şanogeriyan li Hema, Heleb, Hums û Şamê re, ev kom li hemû deverên sûrî hatin naskirin.

Deq in “şanogerî kurdî” bi zimanê erebî hatin nîvisandin

“deq a şanogerî” beden û bingeha karên şanogeriyê bi hemû coreyên xwe ye, ji ber beşdariyê di sazkirina wêneya dawî ji destpêka karê şanogeriyê re dike

Şanoyên devera Cezîrê hejmareke mezin ji nivîskarên deqên şanogeriyê bi xwe girt, piraniya nivîskaran ji pêkhateya kurd bûn û cihekî xuya di pêvajoya hunerî di hemû waran de dîtin, deqên xwe bi zimanekî erebî stander dinîvisandin û ekterên kurd û ereb bi hev re, rola kesayetiyên wan dilîstin.

Hisên Biro dibêje “hejmarek ji şanogerên kurd karên xwe bi zimanê erebî nivîsandin, di rojên berê de, huner ne tenê bi zimanê kurdî yan erebî bû, yan cudahî dixist navbera zimanê kurdî yan siryanî û erebî, herweha hejmarek ji stranên di hin şanoyan de dihatin stran bi hemû zimanan bûn.

Hejmarek ji nivîskar, şanoger û dengbêjên ji hemû pêkhateyên li deverê hene, folklora kurdî, erebî û siryanî li devera Cezîrê dewlemend kirin, navê dengbêjê ermen “Aram” di gelek mihrecan û ahengên kurdî û erebî de, diyar bû, û di wê demê de rola herî mezin di dewlemendkirina wê de lîst, herweha tiştên hunermend “Seîd Yûsif” ji strana erebî re bi amûra xwe ya Bizqê pêşkêş kir û hunermendê siryanî “Ibrah Kêvo” ê ku bi sê zimanan “ereb, siryanî û kurdî” li Qamişlo stira.

Komeke Şanogerî, ji pêkhateyên cuda karwanê hunerî li Cezîrê ya Sûrî dewlemend kir

“Komeleya Erebî ya Sûrî” a temsîl û mûzîkê şanedanên xwe ber bi asteke baştir de bei, ji sadeyî dûr ket û bêhtir guh da mijar û kêşeyên ku bala texên pêşketî li devera Cezîrê dikşînin, navê koma “Şanoya Erebî” di wê demê de hatibû damezrandin, xuya bû, pêşkêşkirina şanogeriyên gelêrî û bendên komîdî yên serbixwe ligel stran û dîlanan avêtibû ser milên xwe.

û hejmarek deqên şanogerî pêşkêş kirin wek “Dektor ne bi kêfa xwe” a “Moliyêr” û ” Zû vegeriya” a “Elî Ebû Zerai” û “Şaş e lêdan şaş e” a “Omer Besmeçî” Ektirê komîdî yê binavûdeng li bajêr, endamê herî xuya di vê komê de, hunermendê gelêrî Silêman Mehemed bû yê ku ta demeke dirêj kom bi navê wî dihat naskirin. herweha hunemend Ebdilwehab Enîs, Hesen Cenan, Besam Daxistanî, Îsam Qedûrî, Xesan Iskender û Semîr Pincaro.

Vê koma gelêrî bi karên xwe yên şanogerî û ahengan, bala temaşevanê sade û normal ji bo şopandina tevgera şanogerî li deverên Cezîrê û bi taybetî li bajarê Qamişlo kişand.

Şano li Cezîrê bû hunereke komê û amadebûneke kesane ji bo yekser dîtina ji şanîdanên şanogerî re, lê xuya bû ev kar zehmetir e, di rewşên dijawr de ên bi ser deverê de hatin, ji dorpêç û aloziyên ewlehiyê ku bala xelkê ji van karan dûrxist, û bû sedema rawestana mihrecanên şanogerî.

Hunermend in kurd ji bo piştgîriya şoreşê bi zimanê erebî stran

Hejmarek ji hunermend û stranbêjên kurd rêya herî nêzîk ji dilan re û nameya herî rast a ji dil derdikeve, hilbijartin û berê xwe dan stranê ya ku ji destpêka şoreşê de pêşkêş kirin wek alavekê ji bo derbirîna piştgîriya xwe ji hemû pêkhateyên gelê sûrî re, di nerazîbûn û xwesteka ruxandina rêjîmê de eşkere bikin, bi taybetî ku hunera stranê li ba wan hunereke resen û ji kevn de cihgirtî ye.

Navê hejmarek ji hunermend û stranbêjên kurd di şoreşa sûrî de xuya bû, piraniya wan ji Cezîrê bûn, a ku gurzeke xweşik ji wan himbêz kir.

The artist Salah Amo

Hunermend Selah Emo

Hunermend “Selah Emo”

Hunermend Selah Emo ji bajarê Dirbêsiyê ye (bakurê rojhilata sûrî), a nîştecihên wê ji siryan, ereb, kurd û ermen pêk tê, vê yekê bandora xwe kir, li projeya wî a damezrandina koma “Cisûr” a mûzîk û stranê kû di sala 2007an de dest pê kir.

Emo strana “Weten we şiweyet dimû” di destpêka bûyerên şoreşa sûrî de stira û di youtube de belav kir, ev strana bi zimanê erebî a yekê bû, gotinên vê stranê nîvisand û awaz jê re danî, piştî kuştina hevalê wî derhênerê sînema Basil Şehadê yê dest ji sînema berda ji bo tev li şoreşgeran li bajarê Humsê bibe.

Peyvên stranê dibêjin ” gelekî çîrokê çêbû, ponijandina û ramana pir jê re divê, çîrok çîroka welatekî pir westiyaye, pêdiviya wê bi hinek wijdan heye, tê çi ji Basil, Xeyas û Mişeel re bêjî, çawa tê li çavên zarokekî binêrî û ji bîr bikî çawa Hemze hat kuştin”  amajekirine ji şehîdên ku di destpêka şoreşê de şehîd ketin û bûn simbol ji şoreşê re, wek Basil Şehade, Xeyas Meter, Mişeel Temo û zarok Hemze El-Xetîb.

Hunermend “Zoya”

Artist Zoya

Hunermend Zoya

Zoya ji bajarê Qamişlo ye û li bajarê Serêkaniyê nîştecihe a ku li bakurê rojhilata sûrî dikeve û piraniya nîştecihên wê kurd in. Di destpêkê de ji şoreşa sûrî re stra, stranek bi navnîşana “Şoreşa Sûrî” derxist, di vê stranê de ji Hums, Hema, Deraa û hemû bajarên sûrî re stra.

Peyvên Stranê dibêjin “Gelê sûrî hustixwar nabe, ji azadiyê hez dike, kurd, siryan û asûr cangoriyê te bin sûrî, bijî Humsa bi rûmet û Dûma pozbilind, bi xwîna xwe ya pîroz em dê sûrî rizgar bikin.

Ev strana ku hunermend Zoya di destpêka şoreşê de derxist, bû sedema ku ji Serkaniyê, ji tirsa rêjîma sûrî,  koçberî Kurdistana Îraqê bibe.

Hunermend “Hejar Şêxo”

Hunermend Hejar Şêxo

Hunermend Hejar Şêxo

Hunermendê kurd Şêxo ji Kurdistana Îraqê, stranek bi zimanên erebî û kurdî diyarî gelê sûrî kir, navê “Ez Gel im” lê kir.

Peyvên stranê dibêjin “Çawa tu karibî min bikuj, topên xwe li hemû bajaran belav bik, bi qîrîn û dûmanê bajar û bajarokan veşêr, ez im gel, û tu caran tu min naşkînî, tu dê nikaribî li hember bergiriya min rawestî, ez im gel û tu caran tu min naşkînî, êdî em nema zor û sitemê qebûl dikin, çendî bimîne dirêj nake,  hetaheta namîne, bi melyonan dibêjin kuro here, bi darê zorê ez dê welatê xwe rizgar bikim, bi dengê bilind dûbare bikin, em xwediyê sozan in”.

 

Hunermend “Dilo Doxan”

Artist Delo Doghan

Hunermend Dilo Doxan

Hunermend Dilo Doxan li gundê Tirbe Sipiyê li rojavayê Herêma Kurdistan a Îraqê ji dayik bûye, hejmareke elbom derxistin, peyvên hemûyan doza azadiyê û şikenandina  sitem û qeydan dikirin.

Stranek ji şoreşa sûrî re stira, pê şad bû û piştgîriya xwe jê re eşkere dikir, di stranê de, de xemgîniya xwe bi zimanên kurdî û erebî li ser şehîd Mişeel Temo derbirî.

Di stranê de hatiye “Mişeel tu şehîdê şoreşê yî, pêşewayê rêbaza xwe yî, em xetîreyan divên, em ne koleyên dema hustixwariyê ne, ji şoreşê venagerin em destpêşxer in, ez kurd im şoreşger im, bang dikim azadî, em tev xetîren in ji bo rizgarkirina welatê min, xwedêyo bi yek dengî huriye û azadî, miletê sûrî yeke, birûxe diktator”

 

Firoşerekî amûrên mûzîkê ligel hunermend in kurd li bajarê Qamişlo (Ineb Beledî)

Firoşerekî amûrên mûzîkê ligel hunermend in kurd li bajarê Qamişlo (Ineb Beledî)

Ligel rewşa şer ku li derdora devera Cezîrê ye….

Çawa şanoger û hunermendên Cezîrê karên xwe yên hunerî dikin û çi nerîna wan li ser heye?

Komên huner, şano û stranê di civaka Cezîrê de, bi giştî bi pêwendiyeke kûr bi geşkirina civakî ve girêdayî ye, û roleke mezin di tevgera rewşenbîrî û hunerî ya çalak de dibîne, hewil dide rehên pêwendiyên civakî di navbera hemû pêkhateyên deverê de kûr bibe.

Van koman kar ji bo kûrkirina pêwendiyê di navbera pêkhateyên civaka Cezîrê de ji “kurd, ereb, siryan, ermen û asûr” wek alaveke çalak di pêkanîna nasnameya rewşenbîrî û hunerî ji deverê re.

Di karê xwe de, ji hawekirina kelepûra dîrokî û jiyana hevbeş  a ku civaka devera Cezîrê ji civakên din cuda dike, dest pê kir.

Devera Cezîrê rengê xwe yê rexşenbîrî  û berdewamiya tevgera hunerî di navbera pêkhateyên xwe de parast, li gor deverên din wek Heleb, Idlib, gundewarên Şamê û Derea, piştî rewşa şer rengê xwe veda li rewşa hunermend û welatiyan ji aliyê rewşenbîrî, civakî û aborî.

Di hevdîtina Ineb Beledî de ligel kewadirên hunerî, rewşenbîrî û şanogerî li deverên Hesekê û Qamişlo, ji bo naskirina nerînên wan derbarî rewşa hunerî ji şano û stran a pêkhateyên deverê, berê û dema şoreşa sûrî, û li ser guhertinên di vê rewşê de li karkirên vî warî de hatin kirin, derhênerê şanogerî Fewaz Mehmûd ji bajarê Qamişlo got “Hinek hene şanogeriya kurdî ji ya erebî cuda dikin, tiştek tune ye ku em navê cudahiya di navbera herdû şanogerîyan lê bikin, ji ber şano bi şêweyekî giştî ew cîhan a (Evîna Can e), û dema mirov bi canê xwe nêzîk be ji xelkê, em dikarin navê ekter lê bikin, bê ku em wî cuda bikin, çi kurd be yan ereb û siryanî be, kesê di vê pîşeyê de kar bike, hilgirê nameyeke pîroz a azarên hemû xelkê ye, ew xala destpêkê ye ji jiyanekê re, hetaheta berdewam e.

Lê ciwanê bi navê Mehemed Abid, amaje kir ku “karên hunerî û şanogerî kevn bûn, ji hebûna nîştecihan li ser xaka Cezîrê ye, lê bi rengekî nêgatîv di şerê li sûriyê de kar lê hat kirin, lê kartêkirineke sivik bû ji ber dîroka karê hunerî û stranê di navbera pêkhateyên kurd û ereb de li Cezîra sûrî.

Karê hunerî û dengbêjî û bandora sivik a ku Mehemed dibîne di şoreşa sûrî de lê hat, di nerîna ekterê şanoyê Şevzan Fewaz Mehmûd ji bajarê Qamişlo  cuda xuya dike, ew dibîne ku “şanogeriya ereb berî bûyerên şoreşa sûrî, di qonaxeke pir geş de derbas bû, lê şanogeriya kurdî paşketî bû, ji ber zordariya di dem desthilata rêjîma bees de, ekterên kurd didîtin, piştî şoreşê berûvajî hev bûn, rola şanogeriya erebî disekine û şanogeriya kurdî geş dibe.

Tevî cudahiyên berê û niha di navbera şanogeriya kurdî û erebî de, li gor nerîna Şevzan, ew dozê dike “hemû pêkhateyên li devera Cezîrê tevî rewşa tê de derbas dibin, kar li ser yek şanoyê bikin”.

Hunermend “Behaa Şêxo” birayê hunermend û dengbêjê kurd ê koçkirî Mehemed Şêxo yê bi çend zimanan stra ye û bi taybetî zimanê erebî, dibêje “Huner li devera Cezîrê peyda bû, bi peydabûna nîştecihan ji hemû pêkhateyan li ser xaka wê, birayê min bi erebiya stander ji hejmareke hunermed re stra wek Ferîd Etreş û Ebdilhelîm”.

Şêxo ligel nerîna Mehemed Abid bû ku “bûyerên şoreşa sûrî bi rengekî sivik bandora xwe li karên hunerî li Cezîrê kir, huner wek her dezgehekê banor lê tê kirin, bi taybetî ku hejmareke mezin ji hunermendên kur û ereb ji sedema şerê li deverê û derdora wê diqewime koçberî derveyî sûrî bûn, vê yekê kar sînordar kir, lê bandora wê ne li pêkhateyekê bi tenê bû, li hemû pêkhateyan bû.

Lê hunermendê şanoger, Elî Osman, ku yek ji nîştecihên bajarê Qamişlo ye, dibîne ku “tevî dorpêçkirinê û rewşên şoreşa sûrî li devera Cezîrê û bajarên wê ferz kir, bandoreke mezin li hunermend bi giştî kir, lê hunermendên hemû pêkhateyan li hev nêzîk kir, ji bo afirandina karekî huneî yekbûyî, ji ber dujminê wan tevan yek e”.

Hunermend in kurd şûnpenceyên xwe li hunera sûrî hiştin

Drama sûrî berî şoreşa sûrî di qonaxa herî geş de bû, gelek hunermendên kurd û ereb di vê pêşveçûn û geşbûnê de beşdarî kirin, şûnpenceyek ciwan li ser asta karên hunerî yên sûrî hiştin.

Karên hunerî yên sûrî ên berê di hemû waran de, hilbijardeyek ji stêrên hunera kurdî bi xwe digirt, hinan ji wan koçkirin û bîranînên nayên jibîrkirin li dû xwe hiştin û hinek hîn di dewlemendkirina van karan de, berdewam in.

“Ebilrehman Ale Reşî” hunermendê koçkirî

Artist Abdul Rahman Al Rashi

Hunermend Ebdilrehman Ale Reşî

Rîsipiyê hunermendên sûrî û hevçerxê qonaxên drama sûrî, hunermend ê ku şaşeyên sûrî ew ji dest dan, ê ku bi dewrên xwe, kêmanî di dewlemendkirina hunera sûrî de nekir.

Dewr in hunermendê koçkirî ên di bîra miletê sûrî de ne û nayên ji bîrkirin hene wek “Ê şîn” di zincîrexeleka “Xeşma biyabanê” de, û “Serokê Benderê” di zincîrexeleka “Dawiya Zilamekî Mêr” de û “Cengîz Xan” di zincîrexeleka “Holako” de.

Ale Reşî di jîngeha Şamî de, yek ji stêrkên herî çirîskedar e, tiştên wî pêşkêş kir, ti kesî pêşkêş nekiriye, yek jê kesayetiya “Bavê Salih ê Serkirde” di beşê yekê û didwan ji “Dergehê Taxê” û “Bavê Cewad” di ” Elxewalî” de û “Bavê Bitrus ê Zigurd” di zincîrexeleka “Zilamên Serbilindiyê” de, herweha rolên wî di “Nehing” û “Xwediyên Alê” de û ên din.

Hunermend Ale Reşî di nîsan a 2014an de koça xwe ya dawî kir, û karwaneke hunerî ya dewlemend ji 50 salî bêhtir bi dawî anî, tê de, bi dehan karên şanogerî, sînema, radyo û telefizyonê pêşkêş kir.

Bi dengê xwe yê bê hempa û bi kesayetiya xwe ya taybet a ku bandora xwe li hişê temaşevanên ereb de kir, bi navûdeng bû.

Xalid Taca “Ê koçkirî”

Artist Khaled Taja

Hunermend Xalid Taca

Helbestvan Mehmûd Derwîş naznavê “Entonî Kiwîn ê ereban” lê kir.

Hunermendê koçkirî ji zaroktiya xwe de, bi mezinên hunera şanogeriyê re  kar kir, wek Ebdiletîf Fethî û Hikmet Mihsin.

Taca li taxa Ruknidîn a Şamê sala 1939an ji dayik bû, karên dramî û hunerî yên corbicor encam da, di jîngehên hunerî  û bi şêweyên  cuda kar kir, bi disoziya xwe di kar de hatibû nasîn, û hejmareke mezin berhemên hunerî yên wî hene.

Di karên telefizyonê de, rolên ku jîngeha Şamê diyar dike lîst, wek “Eseed El-Werraq” , “Eyam Şamiye”, “El[Hisrim El-Şamî”, “Ebû Xelîl El-Qebanî”, û hin berhemên dîrokî wek “Xalid Bin Welîd”, “Milûk El-Tewaif”, “Rebîî Qurtuba” û “Selah Edîn El-Eyûbî”, ta bi berhemên komîdî jî wek “Buqeet Dew”, El-Fisûl El-Erbee”, “Yewmiyat Mudîr Am” û “Eyam El-Weldenê”  herweha berhem in civakî yên hevçerx.

Hunermendê sûrî bi temenê 72 salî nexweş ket û li Şamê koça xwe ya dawî kir, lê a ku li ber dilê hezkerên wî dide, sedan berhemên wî yên hunerî ye, yên di ciwaniyê û slalên xwe yên dawî de pêkanî bûn.

Hunermend û derhêner Telhet Hemdî

Artist Talhat Hamdi

Hunermend Telhet Hemdî

Telhet Hemdî (Telhet Hemdî Kaka) di sala 1941ê de li Şamê ji dayik bû, destpêka ciwaniya xwe di karên şanogeriyê de, kar kir, şanogerî di salên sihî ta dawiya salên pêncî ji sedsala çûyî û ta damezrandina komên şanogerî yên fermî,  di rêya kom û yaneyan re, li Şam û parêzgehên sûrê geş bû.

Yekem beşdarbûna wî di koma “El-Nadî El-Şerqî” de bû, a ku hunermend “Nîhad Qelîî” di sala 1958an de damezrand, Şanogeriya xwe a bi navûdeng “Semen El-Huriye” li Şam û Qahîra di demeya yekîtiyê de hate pêşkêşkirin, û rexnegie Mehemed Mendûr gelekî pesnê wê da.

Hunermend wek stêrkekê di dema reş û sipî de, hat naskirin, û yek ji stêrkên drama sûrî ya hevçerx bû, bi rolên taybet ku ti kes nikare wek wî bilîstiba.

Hemdî yek ji hunermendên beşdarî di tevgera şanogerî de kir, di rêya damezrandina wî ji şanogeriya pêşeng re, herweha yekem hunermend bû ku tev li Şanoya Neteweyî bû, a ku di sala 1960î de hate damezrandin.

Hemdî karwanê xwe yê hunerî bi zincîrexeleka “Sarî” a Elaa Edîn Kewkwş, dûv re bû stêrkeke çirîskedar bi rolên wek Elherras di berhemê ku bi heman navî bû, Elremmah di Xedeb El-Sehraa de, El-Ustaz Miwefeq  di Daîret Elnar de, û di rola Şewket El-Qenadîlî di zincîrexeleka Hemam El-Qîşanî de, bi şêweyekî berfireh hate qebûlkirin.

Piştî çend salan ku ji hunera sûrî hatibû dûrxistin, ligel malbata xwe ji Sûrî derket û çû Urdin, di sala 2012an de, dilê wî rawestiya, koça xwe ya dawî kir û cihekî mezin li şûna xwe vala hişt.

Hunermend ê ciwan Mehemed Oso

Artist Mohammad Owusu

Artist Mohammad Owusu

Mehemed Oso ji malbeteke kurd ya resen e, li taxa Ruknedîn a Şamê

Yek ji stêrkên herî çirîskedar ên komîdiya ciwanan li Sûriyê ye, xelata yekê di mihrecana Şamê de a taybet bi berhemên televizyona sûrî li ser zincîrexeleka “Bukra Ehla” wergirt, yekem kar bû di rêya wî re ber bi cîhana navûdengiyê de gav avêtin, di pişt re beşdarî di gelek zincîrexelekan de kir, ya herî xuya “Kesr Elxewatir” bû.

Oso ji hunermendên ku ji destpêkê de, piştgîriya şoreşa sûrî kirin, di gelek xwepêşandanan de, li taxa Ruknedîn li Şamê  diyar bû, bi ruxandina rêjîmê bang dikir “Ne kurdî û ne erebî ye…em yekîtiya niştîmanî dixwazin”  xwepêşanderan li dû wî vedigerandin.

Oso di destpêka tevgera şoreşgerî ya aştiyane de, ji aliyê hêzên rêjîma sûrî ve çend caran rastî girtinê hat, û gelek gotgotk li ser mirina wî di zindanan de belav bûn, lê tev derew bû.

 

 

Hisên Biro

Hisên Biro

Huner hilgireke rasteqîne ye

ji bo sazkirina nasnameya niştîmaniya sûrî ya komkar

Hisên Biro

Eniştayn dibêje “ku ez ne fîzîkî bûma, dibe ez bibûma mûzîker, gelek caran di mûzîkê de diramim, xewnerojkên min mûzîk e, bi alîkariya mûzîkê li jiyana xwe dinerim, xweştirîn demên min, ew in ê ku bi jenandina kemanê derbas dikim”.

Gotinên Eniştayn eşkere berê me dide girîngiya hunerê, ji ber ew yek ji alavên ku beşdarî di sazkirina şaristaniya mirov de kiriye, gelek ji van şaristaniyên ku windabûne, hîn hunera wan nemir e û dîroka jiyana xelkê û çanda wan diyar dike.

Huner zimanekî cîhanî ye, hemû kes danûstendinê ligel dikin, dûr ji astengiyên ziman, netewe û olan, ta radeya em dikarin bibêjin ku huner girîngtirîn balyoz e di nav gelan de, û keresteya sereke ye ji gotûbêja çandî ya şaristanî re, ku beşdariyê di afirandina pêkvejiyan û têgihîştina di navbera gelan de, dike.

Ev kiryara şaristanî ku huner pê radibe, ne bi biryareke siyasî ye, û ne bi rênîşandanên hikûmet û partiyan e, ew haletek xweber e, ji xwesteka afrînerê ciwaniyê dizê, ta ku di çarçûveya dewrûberê xwe de, kesayetiya xwe derbibire, û huner mezintir dibe ku bibe ziman yan bernameya hêzên siyasî û partîtî, nimûneya herî xerab ji hunerê re ew e a ku weke pîlanekê yan nexşeyekê ji bo pêkanîna armancên siyasî tê pêşkêşkirin, helbet mebest ne rola çalak e ku huner di piştgîrî û çareseriyên derûnî de dibîne, û ev ne warê vê behsê ye.

Li El-Qamişlî, yan Qamişlo wek kurd bi vê navlêkirinê dilxweş dibin, ew bajarê aram ku li bakurê rojhilata sûriyê ye, huner wek alaveke alîkar ji bo afirandina rûberên hevbeş di navbera nîştecihên vî bajarî de yê fireh ol û netewe diyar dibe, û hunera têgihiştî a dûr ji siyaset û îdyolociya  beşdarîyê di damezrandina çanda gotûbêjê ligel ê din, dike.

Ti şopînerê  tevgera şanogerî li Qamişlo, a ku ji salên bîstan ên sedsala çûyî de dest pê kir, nikare navên wek Selîm Hana, Sermî Îşûi, Welîd El-Omer, Mehemed Nedîm, Ebdilwahid Ilwanî, Antûn Ebret, Ehmed Ismaîl, Iskender Ezîz û Feysel El-Raşid paşguh bixîne, ên ku bi bişaftin û hezkirina xwe ji şanogeriyê re, nimûneyeke zindî ji jiyaneke sivîl bi tundî goşegîrî ji jiyana bajarekî re, afirandin.

Dibe ku xêzên tabloya tevgera şêwekarî temam bibe, bê ku navên Omer Hemdî, Yûsif Ebdilkê, Bişar El-Îsa, Yeeqûb Ibrahîm, Zuhêr Hesîb û Behrem Haco, bên gotin, ev ên ku panoramak hunerî ji hûrbûnên jiyana bajêr re, dûr ji partîtî û ol û netewe perestî pêşkêş kirin.

Bo nimûne kurdek dikare Aram Dîkran ji bîr bike, ê ku bi dirêjahiya bêtir ji pêncî salî, folklora kurdî bi ciwantirîn şêwe pêşkêş kir, yan Ibrahîm Kêvo, ê di geriyanên xwe de, qeşengiya stranên kurdî, siryanî û mardinlî ji hemû cîhanê re veguhest, rewş serast dibe bê ku em behsa bizqa Seîd Yusif, yan dengê Mehemed Şêxo, ûda Mûsa Ilyas û çirîkçirîka Can Karat, bikin?

Ev tev rojekê ji rojan li hev ne civiyane, ta ku biryarê bidin ku pêdiviye bi hev re hevkar bin ta ku wêneyekê ji pêkvejiyana li bajarê xwe pêşkêş bikin, lê jiyana hevbeş şêweyeke bê hempa afirandiye, di rêya parastina taybetmendiyê ûbişaftina di giştî de, pêdiviya hunermendê raseqîne bi biryarên ji jor ve tune ye ta ku bi kesên din re jiyanê bike.

Huner hilgira rasteqîneye ji hişyariyê re û wê bimîne, em dê her bêjin: Wê hilgira rasteqîne be ji bo sazkirineke nû ya komkar  ji nasnameya niştîmanî sûrî re.

Ev dose bi alîkariya Radyoya ARTA FM, ji aliyê rojnameya Ineb Beledî, hatiye amadekirin.

Top