Zimanên Cezîrê… Dergehê aştiya civakî li Sûriyê ye

  • 2016/09/04
  • 3:14 pm

Cezîra Sûrî wêneyeke dewlemend ji hemrengiya çandî û şaristaniya li Sûriyê pêşkêş dike, vî cihê biçûk li herî bakurê rojhilata sûriyê rengereng dike, bi hejmareke mezin ji peyvên hevwate xwe nîşan dide, têkiliyên wê tev li hev dibin û rengên herî cuda di wêneyê de, dike yek perçe.

Têkiliyên civakî ku ji encama yekbûna axê, mervantî, têkiliyên bazirganî û çandiniyê hatine ferzkirin, diviya bû rêbazek ji bo rêxistin û diyarkirina van têkiliyan hebe.

Ev rêbaz diyar dibe, di girîngiya têgihîştinê û bikaranîna zimanekî ku hemû karibin pê biaxivin û zarok di heman dibistanê de bixwînin û dûvre li zanîngehan hîn bibin, bê ku pêdiviya cudakirina wan ji hev hebe, yan derbirîna cudahiyê bi rengekî ku bihêle ev cudahî kwîrtir bibe.

Tevî neteweyên ku zimanê xwe di jiyana kesên xwe de hilgirt, helbest, wêje û kelepûrê xwe parast, lê yekbûna xakê ferz kir ku hemû zaravên devikî li Cezîrê ji aliyê hemû pêkhateyan ve bên fêmkirin.

Li asta berhemên wêjeyî ku şêweyê herî bilind ê ziman e, Cezîra Sûrî hejmarek ji helbestvan û wêjevanan afirand, ku sûd ji dewlemendiya çanda deverê û firehzimanên wê dîtin, û bandora xwe di sazkirina wêne, îdiyom û ramanên wan de kir.

Ji ber kurd û ereb pêkhateyên herî mezin di Cezîra Sûrî de ne, zimanê wan ma ê herî belav, lê hemû pêkhate ji zimanê erebî fêm dikin û di civakê de, bêhtir tê bikaranîn, li ser asta bazirgan, cîran, meriv, û ragîhandinê, ji ber ku zimanê xwendinê yê girêdayî bi nasnameya sûrî ve bû.

Zimanê erebî ê herî bi bandor bû li çanda giştî, ji ber piraniya nîştecihên Cezîrê musilman in, û erebî zimanê Quraanê û mizgeftê ye, cihê musilman bi neteweyên cuda nimêja xwe lê dikin û li gotara înê guhdarî dikin.

Zimanê kurdî jî gelek caran roleke baş di têgihiştinê de dîtiye, bi taybetî di nav erebê ku li taxên kurdan nîştecîne.

Tevî ku zanebûna ereban ji zimanê kurdî re, tenê axaftin bû, lê vê zanebûnê karî bû piştgîriya têkelbûna çandî bike, tevî qedexekirina rêjîmê ji zimanê kurdî re û hewildanên wê ji bo rê li ber belavbûna zimanê kurdî bigre.

Ev mijar li pêşiya dikanên li bajarên Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Amûdê baş diyar dibe, xwedîdikan nav û duruşmên xwe bi du sê zimanan dinîvisînin, tevî ku rêzkirina zimanan li gorî piraniya xelkê deverê tê, lê kêm caran tu qarmakê bi zimanekî tenê dibîne.

Dilsoziya ji zanînê re…

Bi rêzmana zimanê erebî li polên Qamişlo distirê

Mamoste Xalid sibeha xwe dest pê dike û roja bi dawî dike, di demekê de ku şer ew şerpeze nekiriye, bi rotîna jiyanekê girêdayî ye, ligel guhertina rûyên xwendevanan û zaravên wan yen cuda nûjen dibe, astengiyên aborî û aloziya ewlehiyê li bajarê Qamişlo li bakurê rojhilata sûriyê nikarîbûn ji kêfxweşiya di bêhnvedanên kurt de ji bo rêxweşkirina waneyeke nû, wî bê par bikin.

Li ofîsa wî ya biçûk ku kiriye peymangehek ji bo hînkirina zimanê erebî, mamoste Xalid Necîb, rûpelên jêderekê diqulêpe ta ji zaniyariyekê ku bi xwendevanên xwe yên keç re, di waneya çûyî de guftûgo kiriye, piştrast bibe û bi hêviya bilindkirina asta fêdê û xweşiyê di waneyên bê de, ew rijde li ser dana zaniyariyên bêhtir ji yên ku di korsên xwendinê de hene.

“Ez bi şêweyekî xweş danûstendinê bi şagirdan re dikim û bi nermî û hêsanî ramanan dighînim wan” Mamoste xalid ê ji malbateke kurd e, ji Ineb Beledî re tekez dike ku “kar zehmet xuya dike, bi taybetî ji ber şagirdên ku waneyan didim wan kurd in, ez neçar dibim rêzmana erebî ji sifir dest pê bikim.

Karê ku tê kirin ji şagirdan re wek xelatekê ye “Şagird azaran ji rewşeke dijwar dikşînin ji encama şer û hejariyê”, mamoste berdewam dike “Em hewil didin hêviyê biçînin ji bo şagird xwendina xwe berdewam bikin û piştgîriya wan bikin bramber hemû rewşên dijwar ji bo xwendina xwe temam bikin, ev xwendin tê wateya sozekê ji bo sûriyak baştir.

Ji encama şer ê ku astengî di jiyana melyonan ji xelkên sûriyê de durist kir, û hişt bi deh hezaran koçber bibin û hejarî û destengiyê, şagirdan dev ji dibistanên xwe berdan û berê xwe dan kar, ji bilî zehmetiya jiyana rojane a girêdayî buhayê û qutbûna elektrîkê, herweha kêmbûna hejmara mamosteyan û ziyanên ku gîhane hejmareke mezin ji dibistanan, xuya bû ku proseya xwendinê li sûriyê kete bin gefê de.

Mamoste Xalid dibîne ku guhdana bi xwendinê li ba xelkên Cezîra Sûrî berî deh salan gîha asat herî bilind, xwesteka pêşveçûnê û hêrsên bilind guhdaneke xuet bi xwendinê li ba hemû pêkhateyan afirand û li hemû astan piştgîriya wê kir.

“Hezkirina ji zanînê” a ku mamoste dixwaze di dilên şagirdan de biçîne, ji têkiliya wî bi zarokên wî re di malê de, dest pê dike, hewil dide ku zaniyariyên li zanîngeha Şamê bi dest xistine, dema wêjeya erebî dixwend, veguhêze bo şagirdan, ligel girêdanekê bi zimanê kurdî re, weke rêbazeke têgehiştinê û şêweyekî ji parastina neteweyî re, berdewam dike “Li malê ez rahatime bi kurdî ligel zarokên xwe biaxivim, lê em tev li dibistanê hînî erebî dibin, û em guh didin wî ji ber zimanê Quraana pîroz e.

Li devera Qamişlo a mamoste Xalid lê dijî, sed û heştê û pênc gundên kurdan, û nêzîkî sê sed gundên ereban û hejmarek gundê Siryanan hene, herweha gundên têkel jî hene, ev yek hemerengiyeke çandî durist dike.

Li gor nerîna rojnamevan Ehmed Şiwêş, ziman rola parastina hebûna komê dibîne, û cudahiya ziman cudahî û dewlemendiyê dide pêkhateyên mirovî gel, êl û neteweyan, herweha di axaftina ligel Ineb Beledî re dibêje ku ziman alaveke ji bo pêwendî, têgihîştin û pêkvejiyanê ye, nabe tenê ji bo kesekî yan komekê re be.

Dema mamoste Xalid cihê ji bo hînkirina şagirdan destnîşan kiribû, bi me dida nasîn, tekez dikir ku têkiliya wî bi zimanê erebî re, ji encama hezkirina wî ya biçûkanî ji vî zimanî re tê û hişt ku xwendina xwe di warê wêjeya erebî de temam bike. Lê ew ne li dijî bikaranîna korsên bi zimanê kurdî di xwendinê de ye, ji ber ew mafeke ji mafên her miletekî ku bi zimanê dayika xwe bixwîne.

Ferîd Seedûn emîdê kolîja wêjeyan li Hesekê ya girêdayî zanîngeha El Fûrat, dibîne ku rêjîma sûrî berpirsê serkutkirina zimanê kurdî ye, tevî ku kurdan berdewam zimanê xwe li mal û kolanê bikar dianîn, lê rêjîm ji bo demeke dirêj rijd bû li ser paşguhxistina wî.

Seedûn berdewam dike ku ziman li Cezîra Sûrî rojekê ji rojan nebûye sedema têkdana pêkvejiyana di navbera pêkhateyên neteweyî de, lê rêjîmê ji qazî ve gelacî diafirand, di rêya paşguhdixistina zimanekî ji bo xwediyê wî zimanî helwest in nebaş bistînin.

Rêveberiya Xweser li devera Cezîrê, vê dawiyê biryar dabû ku ligel korsên erebî yên sereke, korsên bi zimanê kurd li her sê polên pêşî ên qonaxa seretayî bide xwendin, herweha zanîngeha Rojava a ku biryar e sala tê li Qamişlo bê vekirin, beşekî ji bo wêjeya kurdî amade dike, ku a yekem e li sûrî.

Lê lezkirina derbaskirina korsên bi zimanê kurdî ji bo xwendinê, mamoste Xalid berî derbasî pola xwe bibe ji bo dest bi waneya xwe bike, dibêje, ji ber nebûna kadirên pispor ên ku bi vî karî rabin dibe bandoreke xerab bibîne, herweha kêmbûna kadirên pispor bandora xwe li proseya hînkirinê bi giştî li devera Cezîrê dike, ji ber koçberiya mezin a girêdayî şerê li sûriyê, valahiyek di kertê hînkirinê de durist kir, amaje dikir ku diviyabû xwendevanên sûrî ji van pisporan sûd werbigirtina, ji ber vê yekê bi şêweyekî xerab rola xwe li asta xwendevanan dibîne û wekû gefekê li paşeroja wan e.

Hevalnav, waneya ku mamoste piştî hevdîtina me destê pê kir, tevî ku bala wî tev li ser hînkirina şagirdên wî bû, wan jî bi hezkirin tevgera destên wî dişopand, lê wî di hundirê xwe de hestên zengîn diafirandin, ta ku bikaribe hevalnav bi bêhtir ji zimanekî û wateyekê şirove bike, ji bo waneyên xwe dewlemend bike, bi piştgîriya çandeyên rengereng ên di himbêaz wan de ji dayik bûye û li kesayetiyên wan guhdarî kiriye, û erkê hînkirina zarokên wan li ser milên xwe hilgirtiye.

Selîm Berekat…

Ji ciyografiya El Cezîrê ber bi zimanê hûrbîniyan ve.

Bi berhem in wêjeyî ji helbest û jînenîgarî û romanê, Selîm Berekat gencîneya  wêjeya Sûrî dewlemend kir, nirxê wêjeya erebî bilindtir kir. Berekat li gundê kurdî Mosîsana ê girêdayî bajarokê Amûdê, ji dayik bûye. Ji zaroktiya xwe ve, bi azadiya xwe, dem û cihîniyan, û pêwendiyên mirovane ve, mijûl dibû, ku karîbû di nava çend salan de, û bi gera xwe a li Şam, Beyrûd, Qubris û Swêdê biwareke xweafrîner peyda kir ta ku dest ji ziman/ nasnameyê bernede.

Bêhna cih di henaseya wêjeyî de

Gundê wî ê kurdî ê ku nêzîkî sînorê Tirkî li bakurê rojavayê Sûrî dikeve, bûye bingeha bêhna cih di henasa wêjeyî de, destpêka nivisîna helbestan a ku Berekat di jînenîgariya xwe de, nîgar kiriye, çimkî li wir destpêka kêfxweşiya fermî “a bi hêrs” bû, weku ew di bîranînên xwe de, destnîşan dike, qeyd û bendên fermî ên ku ji hêla dewletê ve, hatibûn danîn ser rengê cil û bergên dibistanê, tevî yasayin bendkirîyên din.

Herweha rewşa jiyanê di jîngeheke asê de, bi bavekî oldar re, li nik çend hokerên sirûtî ên zehmet li wê herêmê, bandora xwe li çêkirina ” derblêdaneke ji herîyê” kir, ku şûna xwe di zimanê helbestvan de, hiştiye.

Berekat, hûrbîniyên cihînî weke jêdera raman, wate û aliyan, dibîne, ew wan mîna Bosseleya hûrbîniyan dinirxîne, çimkî koka wî li gundekî jora bakurê El Cezîrê a Sûrî dikeve, ew ber bi nivîsandina “Bakur Ezmûn e/ aliyê mezin ê diltengîyê xanima aliyan di ezmûna xwe de/ her tiştî ji te distîne bo ku gernasî û serserîyê bide te/ û pir pir wê te bike berpirsê samanakî nayê dîtin, an dergevaneke bayê/ lihevhatin li pey hev li bakurekî ku hebûna wî bi xwe lihevhatin e/ ji ber ku berê sê aliyên erdê tenê hebûn”.

Bakur bi xwe, ramanderê Berekat e û dijminê wî ye, ew bi xwe re, biriye Stokholmê paytexta Swêdê, bêrîkirina rêwêtiya nediyar lê kiriye, a ku şûna wê di pirtûkxaneyekê re, li Beyrûdê, ser kaxetin ku li Qubrisê çandin, derbas dibe, yasayên ereban ên ku Berekat di şûna wî de, sanahiya bakur baştir dibîne, ew gêj kir. Û Berekat ji Qamişlokê dûr nebûye, û li gor hevpeyvînekê bi wî re, ew kare bi sentîmiran behsa wesfê wê bide, ji ber ku ” Qamişlokeke din tine ye”.

Filestîn di jiyana Selîm Berekat de

Derbasbûna Berekat di Beyrûdê re, di salên heftêyî ji sedsala bûrî de, ew weke helbestvan kire nav rikberîya li wir bûbû wê demê, li aliyê şoreşa Filestînî bû û di nav de, kar dikir û di kovara ” El kermil” de, dinivîsand, a ku hevalê wî ê helbestvan Mehmûd Derwîş ê koç kir, serokê wê kovarê bû. Hevaltiya wan a ku bi têgihiştina Derwîş û Berekat ji hev kûr bûbû, berhemin wêjeyî peyda kir, ku zimaneke cuda bo derbirîna hev tê de, bikar hat, Mehmûd Derwîş têgihîna hevalê xwe ji nasnameyê re, nasdikir, lwera ser wî nivîsand.

” û nasnameya xwe ji xwe dadiweşîne/ sîber: nasnameya min zimanê min e, ez.. Û ez/ ez zimanê xwe me. Ez im ê ku di zimanê xwe de surgon bûye/ û dilê min pizota ê kurd e li ser çiyayên wî ên şîn”. Mirina Derwîş bandora xwe li Berekat kir, ji wî re nivîsand” mirinê henasa xwe di rûwê min de, dikêşand, vê carê kûr kêşand, li ciyê ku te neqşeya wî li ser rûpelên pirtûka xwe a dawî, dewsa pinpinîkê, nîgar kir, Mehmûd”.

Erebî û firehbûna sînga ziman

Di hevpeyvîneke xwe de, Berekat destnîşan dike ku têkiliya bi wî zimanî re, li ser derbirînê bi xwe dimîne, ” zimanê erebî ne zimanekî ji derve hatiye bi ser çanda wî a kurdî, belê ew zimanê ol, zanyariya olî û şerî”etê ye, zimanê erebî ewqasî fireh û kûr û dewlemend e li wê asta ku ez karibim kurdebûyîna xwe derbibirim ta asta pêwîst bo derbirîna xwe”,

û ew zimanê ku Berekat ber bi nasnameya wî ve û panfirehiyên wî ên hundrîn ve, dikşîne, û ew welatê ku di hundirê wî de, ye, û ê ku ti kes nikare sînorin ji wê pirtir bibîne, ne jî têkiliyin ji wê mezintir, ne jî azadiyeke ji wê mezintir bibîne.” komara xwe bi zagonên kêşanên zimanê erebî dagirtiye”.

Sûriya helbest

Di dema şoreşa Sûrî de, Selîm Berekat helbesta xwe a navdar “Sûriya” nîvisand, hemû sodretên mirin û nemanê kom kir, bêsûdiya vê demê destnîşan kir, di wê helbestê de, got,

“Ey welatê ku hêvîşikestî li wî cilên xwe, serhişkaya xwe û zengelolkên ji qirika zarokên wî hilkişandî dixe tûrikan de, rawayî li ser te li hev zêde dike, lihevzêdekirina rasteqîniyê ji te ye”. Hêvî ji “Sûriya” namîne ta asta ku helbest nema kare bi dîroka Selîm Berekat re, ragire, ” ji anha û pêve pirsa kêşanjeniyê, ne jî hostatiya sazkirinê ji min nekin, ma ne hişê bilindahiyan têk çûne, û hişê nizmahîyan mîna hişê hawîrdoran têk çûne, nema lav ji wan tê kirin, çongên min qels bûne, û ezman qels bûye”.

Ereb û zimanê kurdî li Cezîra Sûriyê
Guhdaneke zanyarî yan hînkirineke xweber e

Ji ber ku zimanê erebî, zimanê hînkirin û têgihiştinê di navbera nîştecihên Cezîrê de ye, eşkere bû ku pêkhateyên din wek Kurd, Siryan û Asûr tenê bi erebî dizanin, lê ereb tenê hînî zimanê xwe dibin.

Lê di kolanên taxan de, wêne cuda ye, tu caran neteweya mirov ji axaftin û zimanê wî nayê naskirin, hejmareke mezin ji ereban wek çawa kurd bi erebî diaxivin, ew jî herweha bi kurdî diaxivin.

Rêjîma sûrî nehişt kurd bi zimanê xwe hîn bibin û di nav korsên xwendinê de, ti guh nedanyê, lê kurd berdewam pabendî zimanê xwe bûn û cîranên xwe ji pêkhateyên din hînî zimanê xwe kirin.

Peyamnêrê “Ineb Beledî” li parêzgeha Hesekê geriya û li nerîna ereban di zimanê kurdî de pirsî û heger zanin bi kurdî biaxivin, hineka ji wan bersiva xwe bi zimanê kurdî dan, hinekî din sedemên ku nikarin bi kurdî biaxivin anîn zimên.

Hevseroka Ofîsa Karûbarên Olan li parêzgeha Hesekê, ji Ineb Beledî re tekez kir ku ji bapîrên xwe hînî zimanê kurdî bû, bapîrên ku demeke dirêj di nav kurdan de jiyan, di malên xwe de bi kar anîn û zarok ji biçûkanî  hînî kurdî bûn.

Xenafir bi zimanê kurdî şirûve dike “wisan bi kurdî ligel heval û cîranên xwe yên gund diaxivim, ji bo hînbûna ziman pêwistiya min bi xulên hînkirinê nebû, ez xweber hîn bûm.

Bazirganê ereb Corc Toranî, ji ber karê xwe mecbûr bû hînî zimanê kurdî bibe, ji bo têgihîştin û danûstendina bi zibûnên xwe re, û rê bide wan berê xwe bidin dikana wî.

Ebdil-Reûf Xelî welatiyekî ji Qamişlo sedema nezanîbûna xwe ji zimanê kurdî re vedigerîne ku piraniya taxa wî ereb in, berdewam kir ku “em ranehatine bi kurdî biaxivin ji ber korsên xwendinê bi erebî ne, me ne dibihîst kes bi kurdî diaxive û karê min li bazarê jî hişt danûstendina min bi ereban re bêhtir be.

Têkiliyên bazirganî, cîrantî û xwesteka têgihîştina bêhtir bijartina hînbûna zimanekî din misoger dike, lê têkiliyên zewaca di navbera pêkhateyan de, hînkirina zimanê dê û bavê xweber li zarokan ferz dike, ji guhdarîkirina dê û bav ji biçûkanî de dest pê dike û bikaranîna herdû zimanan di axaftina navmal de bi dawî tê.

Ez ji pêkhateya ereb im, bavê min ereb e û dayika min kurd e, Mihemed Murad nîştecihê bajarê Qamişlo dibêje, û berdewam dike “Li taxa me kurd û ereb hene, em bê nakokî pêkve dijîn, û piraniya hevalên min kurd in”.

Têkeliyeke zimanvanî bêhevta li Cezîra Sûrî

Nîştecihên Cezîra Sûrî yan parêzgeha Hesekê, li gor serjimêra dawî, nêzîkî melyon û nîvekî ne, divê bê amajekirin ku ji sala 2011an ve ji ber kêşeya li Sûriyê û koçberiya mezin hejmar kêm bûye, lê pêkhateyên sereke yên civaka sûrî li Cezîrê bi rengên xwe û zimanên xwe yên cuda, hebûna xwe parastine û berdewam in li ser derbirîna hebûna xwe de, kesê li kolanên Hesekê bimeşe dikare çend zimanan nas bike, ên herî xuya:

Erebî:

Di nav komeleya zimanên Samî de, li cîhanê zimanê herî belav e, ji komeleya zimanên Asiya-Efrîqa ye, nêzîkî 450 melyon kes li cîhanê pê diaxivin, piraniya wan li welatên ereban e û hinek dewletên musilman.

Zimanê fermî li hemû dewletên ereba ne, û yek ji şeş zimanên sereke yên rêxistina Neteweyên Yekbûyî ye, roja 18 kanûna yekê roja cîhanî a zimanê erebî ye.

Piraniya nîştecihên Cezîra Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe ve, bi erebî diaxivin, ji ber ew zimanê fermî li sûriyê ye û zimanê hînkirinê ye, herweha piraniya xelkên deverê ereb in.

Kurdî:

Zimanê kurdî ji komeleya zimanên Hindo-Oripî ye, bi tîpên erebî û latînî tê nivîsandin, li gor dewleta lê nîştecî ne, nêzîkî 25 melyonan bi kurdî diaxivin, û ji çend zaravn pêk tê, li Tirkiyê, Îraq, Îran, Sûriyê û Ermenistanê belav dibe.

Zimanê kurdî bi ser çend zaravan parvedibe, sisê ji wan bi navê kurmancî ne û yek bi navê Goranî ye, kurdên sûrî bi kurmanciya bakur zaravê herî belav, diaxivin.

Rêjeya kurdan li sûriyê nêzîkî 10% ye, lê hînkirina zimanê kurdî li dibistanan qedexe ye, Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser, behsa hînkirina zimanê kurdî li dibistanan dest pê kir, Rêveberiya Xweser di sala çûyî de, ligel korsên erebî, korsên bi kurdî derbasî sê polên pêşî ên qonaxa seretayî li dibistanên parêzgeha Hesekê kirin.

Peymangehên hînkirina zimanê kurdî di vê dawiyê de, bi rengekî berfireh li parêzgehê belav bûn, rêveberiya zanîngeha Rojava a ku biryar e li Qamişlo bê damezrandin, biryar daye kolîjekê ji wêjeya kurdî re dabimezrîne.

Siryanî:

Zimanekî Samî ye, ji zimanê Aramî hatiye dariştin, hin zimanzan dibînin ku pêşveçûneke suriştiye û hinek doza yekbûna herdû zimanan dikin.

Zimanê Aramî ku bingeha zimanê siryanî ye, di hezarê yekê de li pêş zayînê çêbûye, û malbata sisiyan e ji malbata zimanên samî.

Siryanî zimanê dayik e ji hemû Asûr, Siryan û Kildanên ku li Sûriyê û Îraqê belav dibin, girîngiyeke wî ya mezin li ba kirîstiyanan bi giştî heye, ji ber Îsa pêximber bi aramî diaxivî û aramî dayika zimanê siryanî ye.

Peyva siryanî tê wateya sûrî, hemû zana li ser wê baweriyê ne ku Îxrîqan ev nav li Asûriyan kiriye, Hîrodotos mebesta peyva Sûriya an Sîriya bi kar dianî ji bo amaje bi rojavayê împratora Asûriyan bike.

Hîn siryanî li Cezîra Sûrî tê bikaranîn û li hemû kenîse û dibistanên taybet ên girêdayî wê ve, tê xwendin.

Ermenî:

Zimanekî Hindo- Orupî ye, li Ermenistan û hin deverên dora wê û li nav ermenên cîhanê tê bi karanîn.

Zimanê ermenî ji sedê şeşan berî zayînê de, li devera çiyayên Ararat li nêzîkî derya wanê û kaniyên Dicle û Furat belav bû û bi tîpên yûnanî û siryanî dihat nivîsandin.

Rêjeya ermenan pir kême li Cezîrê ku ligel pêkhateyên din re bê berhevkirin, lê bi zimanê ermenî diaxivin û tev bi erebî zanin û carnan kurdî jî dizanin.

Zimanên Cezîrê Dergehê Aştiya Civakî ye

Mecîd Mihemed- rojnamevanê sûrî

Wek hemû civakên firehçand û firehnetewe, di civaka Cezîra Sûrî de jî, fireholî, ferehnetewî û firehçand tê de hene. lê tevî ku ev rengînî jêdera dewlemendkirina jiyana civakî di civak in din de, herweha rola xwe di kêmkirina kêşeyên di navbera pêkhateyên civakê de, dibîne, li ser bingeha nasnameya giştî ya civakê bi hemû pêkhateyên xwe û li gor pîvanên mafên mirov, demoqratîk û welatînîyê, lê rengerengiya civaka Cezîrê ma wesiyayî û neçalak ji encama siyaseta rêjîma Bees di çil salên desthilatdariya malbata Esed de.

Zimanên xwecih li devera Cezîrê, ne cudan e ji rewşa civakî, abûrî û siyasî ya westiyayî ye, ji encama paşmayên tedbîrên awarte ku li ser xelkên vê deştê bi taybetî kurd, hatin ferzkirin. Rêjîmê bi şêweyekî fermî kurd ji hînbûna ziman wan bêparkirin, herweha çalakvan û zimanzanên hewildan navendên hînkirina zimanê kurdî bi dizî vekin, girtin û gelek ji wan ji ber van çalakiyan ji kar wan dûrdixistin. Tevî wilo rêyeke sînorkirî ji pêkhateyên din re, wek Siryan, Asûr û Ermen re hebû ji bo hînî zimanê xwe bibin lê di bin çavdêriya kenîse û dibistanên girêdayî wê ve û ne bi şêweyeke fermî, wek beşek ji stratîciyeke gişt rêjîmê li Cezîrê bi taybet û li Sûriyê bi giştî dimeşand.

Ji encama pîlanên ku rêjîmê bi dehên salan li dijî çandên xwecih li devera Cezîrê, encam didan, nasnameyên rewşenbîrî ku bi giştî pêkhateyan ji hev cuda dike, hatehev û di warên gelekî teng û sînordar de man, bi taybetî Siryan, Ermen û Asûr ji ber hejmara wan ya kêm ku bi herdû pêkhateyên sereke wate kurd û ereban re bên berhevkirin. Ev yek ji sedemên ku hişt biyaniyeke civakî ya giştî di nav pêkhateyên Cezîrê de peyda bibe.

Lê rewşa siyasî a ku kêşeya kurdî ji pêkhateyên din cuda kir, roleke girîng di berhemanîna şêweyekî rewşenbîrî dît, ligel çewsandina ku bi taybetî kurd rastî wê dihatin, û karîbûn pêwendiyên civakî di asta herî nizim de ligel pêkhateyan ava bikin, ji bo di reşên qerebalixê de aştiya civakî biparêzin, wek di serhildana 2004 an de rûdan û wek niha li devera cezîrê li jêr desthilata Rêveberiya Xweser de rûdide.

Kurdan wekû civak, bi dirêjahiya dîroka xwe ya siyasî û civakî li devera Cezîrê, cudahî dixistin navbera dewletê wekû rêjîmeke siyasî li sûriyê ji alîkî û civakên xwecih ji aliyê din vê yekê gelek rê li ber kurdan vekirin ji bo avakirina têkiliyên civakî û abûrî ku bi demê re pêşveçûn û tevî kêşeyên siyasî, civakî û rewşenbîrî, rewşeke aram afirand. Zimanê erebî ji ber bi tenê zimanê fermî ye, roleke girîng di avakirina lihevhatinê di navbera hemû pêkhateyan de dît, tevî zilma rewşenbîrî ku li zimanê kurdî hat, lê ne asteng bû li ber civaka Cezîrê ta ku bighêje peravên aramiyê heta adara sala 2011 dema desthilata navendî sist bû.

Ligel kêmbûna desthilata ewlehiya rêjîmê li parêzgeha Hesekê ji sala 2012 an de, û sazkirina Rêveberiya Xweser ji hevpeymaniyeke siyasî ji nûnerên piraniya pêkhateyên Cezîrê pêk tê (tevî têbîniyên li ser karên siyasî ên Rêveberiyê), zimanên xwecih geş bûn û gelek navendên guh didin hînkirina zimanên xwecih derketin holê, ligel korsên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate ferzkirin, ji bo hînkirina van zimanan û parastina wan wek beşek ji çanda giştî a deverê, û ji nûvejandndina çandên xwecih wek pêdiviyekê ji bo avakirina civakeke lihev ku karîbe encamên şerê li sûriyê derbasbike û bighêje çareseriyeke herdemî ji zilma bi ser van çandên xwecih de hatiye.

Rojnameya Enab Baladi ev lêkolîn amade kiriye, bi alîkariya radyoya ARTA FM.

 

 

 

Related Articles

  1. Dibistan in "têkel" li Cezîrê zarokên kurd û ereban dicivîne
  2. Bazirganî li Cezîreya Sûriyê ...bazarên ku Ereb û Kurdan digihînin hev
  3. Ereb û kurd – Girêdanên civanî beramber qeyranên siyasî li ber xwe didin
  4. Ezmûn in Ragîhandinê ên Sûrî, Kurd û Ereban kom dike

In-Depth

More