Bazirganî li Cezîreya Sûriyê …bazarên ku Ereb û Kurdan digihînin hev

Bazirganî li Cezîreya Sûriyê …bazarên ku Ereb û Kurdan digihînin hev

Enab Baladi Enab Baladi
Hasakeh-Enab-Baladi.jpg

Zilamên kurd li yeke ji taxên Qamišlo rûništine, 29ê îlona 2016, Ineb Beledî

Rêyên bazirganiyê li qeraxên çemê Ferêt, geşteke serkeftî ye ber bi nasnameyeke komkar ve.

Dûlabên yekem barkêş di bîra wî de digere, guhên wî gumguma wê bi rengekî eşkeretir vedigerîne, piştî salan ji liva wê ber bi rojhilat ve, bi xêr û bêrên Ferêt barkirî, ji aliyekî çem ber bi aliyê din ve, di yekem hewildanên bazirganî yên Mihemed de, piştî biryar da hin berhemên çandiniyê ji Girê Sipî li parêzgeha Reqa veguhêze ji bo ji cihê jidayikbûna xwe Qamişlo.

Bazirganê kurd Mihemed Îdan dibêje, baweriya min bi afirandina aboriyeke hevbeş tê, ku di rêya danûstendina bazirganî de, derfetên jiyanê misoger dike, digot û destpêka karê bi cotkar û bazirganên ereb re li Girê Sipî dianî bîra xwe, sûd ji berhemên çandiniyê yên berfireh li qeraxên çemê Ferat werdigirt ji bo damezrandina karekî bazirganî yê aram ku rê li ber bazirganan vedike ji bo çespandina temamkirinê li deverê.

Îdan di hevdîtina ligel Ineb Beledî de berdewam dike, ku “hebûna çemê Ferat li devera Cezîrê û berhemên berfireh ên çandiniyê, berê me da karê hevbeş ji bo misogerkirina pêdiviyên sereke” , ev yek buhayê karê bazirganî li deverê diçespîne û bi komek ji armancên pîroz girêdide, ji sûdmendiya diravî ta bi piştgîria deverê ji hêla aborî ve û misogerkirina pêdiviyan, herweha wêneyeke girîng e ji hevgirtina têkiliyan di navbera hemû pêkhateyên deverê.

arabs-and-kurds

Devera Cezîrê û derdorên çemê ferêt ji zeviyên herî bi xêr û bêr in li Sûriyê, û bi berhemên xwe yên hemecor bi navûdeng e, parêzgeha Hesekê wek selka xwarina Sûriyê tê nasîn, li gor amarên fermî zeviyên çandiniyê nêzîkî sîh ji sedî ji rûberê parêzgehê ne.

Rola bazirganî ya devera Cezîrê girêdayî cihê wê yê cografî ve ku wek devereke sînorî ku xaka Sûriyê, Tirkiyê û Îraqê dighîne hev.

Ev yek tevgera danûstendinê xurt dike û pêkanîna yekeyeke bazirganî taybet bi Cezîrê ferz dike û hişt ku bazirganên kurd û ereb rewşeke aborî hevbeş biafirînin ta ku alîkariya wan di misogerkirin û serkeftina projeyên wan yên hevbeş de bike.

Tevgera bazirgan] li devera Cezîrê ne tenê kirîn û firotina rojane ye, ji ber wisa pêdivî bû şêweyekê ji kar re bibînin ta ku veguhestina kereste û alavan di navbera deveran de rehet bikin. Vê yekê hişt ku hejmareke şifêr çi kurd bin çi ereb bi hev re vî karî bikin ji bo veguhestin û belavkirin li hemû deverên Cezîra Sûrî rehet bikin.Mihemed jî ev yek tekez kir “Piraniya şifêr kesên têkiliyê bi min re dikin bazirganên ereb bû”.

 Hebûna çemê Ferat li devera Cezîrê û berhemên berfireh ên çandiniyê, berê me da karê hevbeş ji bo misogerkirina pêdiviyên sereke.

Mihemed amaje kir ku pêdiviya berhemên çandiniyê yên cotkarên kurd û ereb bi rêyekê heye ta ku derxînin ji der ve, herweha nebûna dergehekî deryayî li gor Mihemed hişt ku bazirganên kurd û ereb rêxistineke aborî di nav şifêrên herdû aliyan de saz bikin ji bo di firotina berhemên çandiniyê de beşdariyê bikin.

Bazirganê Cezîrê berhemên çandiniyê, wek genim, ard, semad û alavên xwerinê , rojane li bajarê Qamişlo û Hesekê ib hev re diguherin, herdû bajar di kirîn û firotina berhemên wek, kemûn, nîsk, fûl, ceh û genim de, ê yekê ne.

Tevî hewildanên rêjîma sûrî yên mezin bi dirêjaya dehê salan, ji bo cudakirina kurd û ereban, Mehemed dibîne ku cudakirin di hemû karûbarên jiyanê yên hevbeş de, pir zor e, “Ne ji vê jiyana hevbeş bûya, jiyan li parêzgeha Hesekê û parêzgehên din ên Cezîra Sûrî, wê tune ba”.

Di pênc salên çûyî de, ji ber aloziyên ewlehiyê û dorpêçkirina li ser parêzgeha Hesekê ferz bû, ji encama kontrolkirina rêxistina Dewleta Islamê ji deverên rojava û başûrê Cezîrê û girtina sînorên Tirkiyê li bakur û Îraqê li rojhilat, gelekî bandora xwe li jiyana aborî li devera Cezîrê kir.

Rewşa siyasî û leşkerî ya zehmet, ku di pênc salên dawî de, li ser Sûriyê hate ferzkirin, Pehra mezin ji vê zehmetiyê ya Cezîra Sûriyê bû. Nebûna alavên sereke û hemû coreyên dorpêçkirina aborî, hişt ku Mehemed bazirganiya xwe ligel hejmarekê ji pêkhateya ereb berdewam bike, û hêviyên wî di bazirganiya ligel parêzgehên din xurtir kir.

Danûstendina bazirganî li devera Cezîra Sûriyê

Şerê berdewam di pênc salên dawî de, bandora xwe bi şêweyekî xerab li hemû warên jiyanê li Sûriyê kir, hîn jî bandora xwe li kertên aborî yên cuda li hejmareke ji dever û bajaran dibîne, derfetên kar di hemû waran de dakişiyan bi taybet li devera Cezîrê a ku aboriya wê li ser çandiniyê ava dibe, sûdeya hemû projeyan û danûstendina di navbera pêkhateyên deverê tune kir.

Devera Cezîrê warê sereke ji çandiniya ceh û genim re, û selka xwarinê a Sûriyê ye، Nîştecihên wê ji hemû pêkhateyan, kurd, ereb, misilman û kirîstiyan hewil didin hemû pêdiviyên jiyana xwe ya rojane bi xwe misoger bikin.

Serokê Desteya Aborî û Bazirganiyê li parêzgeha Hesekê Cemal Hemo ji Ineb Beledî re dibêje, “danûstendinên bazirganî yên sivik ku li devera Cezîrê dibin, di çarçûveya pêdiviyên rojane ne, Cezîrê selka xwarinê ya Sûriyê ye, li gundan hemû coreyên şînkahî, nîsk, ceh, genim û pembo ji bo bazara xwecih tê çandin û yê zêde diçe bazarên parêzgehên Sûriyê, herweha xwedîkirina ajelan têra deverê ji goşt û qatix dike

arabs-and-kurds

Bazirganek cilan li bazara bajarê Qamişlo jî, 29ê Ilona 2016, Ineb beledi

Dergehê “Sêmalka” reha jiyanê li devera Cezîrê

Dergehê Sêmalka a ku li ser çemê Diclê dikeve û devera Cezîrê bi Herêma Kurdistana Îraqê ve girêdide û rêya sereke ye ji danûstendinên bazirganî re, di navbera deverên Cezîrê û Herêma Kurdî de, dorpêçkirina li ser parêzgeha Hesekê û bajarên derdorên wê ji aliyê rêxistina Dewleta Islamê, hişt ku Sêmalka bibe rêya sereke li ber derxistin û anîna alav û keresteyan di nav herdû aliyan de, û misogerkirina pêdiviyên jiyana xelkên deverê ên dorpêçkirî, herweha derxistina nexweş û birîndaran ji bo çareserkirinê.

Cemal Hemo amaje dike ku “Devera Cezîrê pişta xwe bi alavên ji dergehê Sêmalka re tên girêdide, lê tev alavên hawarçûnê ne”.

Pirê ji yekem roja vekirina wê de, roleke mezin û girîng lîst di derbaskirina pêdiviyên jiyanê de wek sûtemenî û ard ber bi deverên hewcedar de, gelek nexweşan pir derbas kirin ji bo çareserkirinê li Herêma Kurdistanê, xwendevan jî çûn zanîngehên Herêmê û gelek jî, ji ber armiya li Herêma Kurdistanê bi dû derfetên baştir ji bo jiyanê, derbasbûn.

Gundên “El-Irtîwaziye” û “El-Mebrûke” danûstendinên bazirganî ji encama dorpêçê.

Mebrûke xaleke stratîcîk e, parêzgeha Hesekê bi parêzgeha Reqa û Helebê ve girêdide, bazirganên deverê kelûpelên xwe di wê derê re derbasî deverê dikin.

Rêxistina Dewleta Islamê di Mebrûke de bû, berî ku Yekîneyên Parastina Gel wê kontrol bikin.

Rêya devera Cezîrê ji bo Reqa, Heleb, Şam û Peravê û berûvajî wê jî, ji gundê “Ebû- Elşaxat” li rojavayê Mebrûke bi pênc kîlometran, dest pê dike.

Mebrûke bû bazara sereke ji nîştecihên Cezîrê re ji bo derxistina berhemên xwe û anîna alavên sereke yên pêwistiya deverê bi wan heye.

Gundê “El-Irtîwaziyê” ku li rojavayê bajarê Serêkaniyê û rojhilatê parêzgeha Reqa dikeve, bû xaleke bê alî di şer û pevçûnên diqewimin, bazareke reş tê de hate pêkhatin, barkêş û pîkab alavan li wir dadixin û bûye xaleke bazirganiyê, sûtemenî ji bo devera Cezîrê lê tê firotin.

Simsarên şer rêyên bazirganiyê li Cezîrê kontrol dikin

Têkiliyên Ereb û Kurdan dîrokî ne, û ne bi rehetî diçin.

Ji encama hebûna hêzên cuda li ser xaka Sûriyê, û hewildanên wan ji bo bidestxistina pereyan, bandoreke erênî li nîştecihên parêzgeha Hesekê kir, vê yekê hişt ku alav li seranserî Sûriyê bigere û sînoran derbas bike, bi mercê ku baca derbaskirina di nav xêzên sînorên şervanan re bê dan.

Her komekê navek li hewildanên xwe ji bo bidestxistina pereyan beramber derbaskirina berhemên çandiniyê kir. Rêveberiya Xweser li devera Hesekê, pereyên ku ji karwanan distîne, navê gumrikê lê kir, rêxistina Dewleta Islamê, bi navê zikê pereyan distîne û rêjîm eşkere dibêje bertîl, li gor vê rekeftinê kelûpel derbasî hemû deverên Sûriyê bûn, ji ber kes in sûrî bi vî karî radibûn, kelûpel li hemû deverên Sûriyê misoger bûn, û texeke nû ji bazirganên ku sûdê ji vê rewşê
dibînin derket meydanê, piştî ku pîşesaz û bazirganên xuya koçber bûn, vê texê teklîfeya derbaskirina kelûpelan dide û diavêje ser nirxên alavan ku li dawî dikeve histûyê welatiyan, ev yek bû sedema bilindbûna nirxên alavan bi rêjeya 500%.

Piştî pênc salan ji şer…
Çawa nîştecihên Cezîrê têkiliyên bazirganî di navbera kurd û ereban de dinirxînin?

Têkiliyên bazirganî di civakan de, bi pêkhateyên cuda girêdayî hebûna zeviyeke berhemdar ku madeyeke sereke be ji danûstendinê re, û şêweyekî ji şêweyên temamkirinê di deverekê de ferz dike, ji ber berjewendiya herî bilind, misogerkirina pêwistiyên jiyanê ye, dûr ji hemû kêşeyên siyasî û neteweyî, ku xweber dibe alaveke tevlîbûnê û bi demê re nasnameyeke yekbûyî ferz dike.

Cezîreya Sûrî nimûneyeke girîng e ji bandora temamkirina çandinî-bazirganiyê ye, ku seqayeke giştî ji pêkvejiyanê li gund, bajar û bajarokan ferz dike, ji ber hebûna hevbeş li ser xakekê ku berhemên cuda dide û bi heman avê tê avdan, vê yekê û toreyeke ji têkiliyên bazirganî, hişt ku gundên kurd û ereban ji hev dûr nekevin, helbet vê yekê li firehkirina têkiliyên civakî de rengveda û ji berjewendiyên aborî gihîşte mervantî û jinanînê.

Tevî haletên cudabûnê di navbera kurd û ereban de li Cezîrê, a ku rêjîmê hewil da ku di hemû warên jiyanê de, biçespîne, lê yekbûna xakê herdem rêgir bû li ber hewildanên dûrxistinê.

Peymnêrê Ineb Beledî, li kolanên bajarê Qamişlo û Hesekê geriya û rapirsînek li ser nerînên nîştecihên kurd û ereb derbarî têkiliyên bazirganî di nav herdû aliyan de, çêkir, piraniya wan tekez kirin li ser başbûna berdewamiya têkiliyên aborî yên dîrokî, lê hin in din dîtin ku rewşa ewlehî û nakokiyên siyasî, tevgera bazirganî li paş xistiye.

Hemad Elbelaş bazirganekî kurd, ji Qamişlo ye, tekez kir ku danûstendinên bazirganî yên berdewam, di navbera kurd û ereban de, ji herdû aliyan re baş e û ji destpêka xwe de, xerab nebûne, û rewşa ku Cezîrê tê re derbas bû di salên çûyî de, ev têkilî xurtir kir.

Herweha Ebû Yûsif ê ji çil salî de, li kolana mizgeftê li Qamişlo, bazirgnê çenteyan e, dibîne ku rewşa şer a ku devera Cezîrê ya Sûriyê tê re derbas bû, bandora xwe li têkiliyên civakî yên berdewam di navbera kurd, ereb û kirîstiyanan de nekir, ji ber ev têkilî dîrokî ye û ne bi rehetî diçe.

Bazirganê alavên xwarinê li Qamişlo, Ibrahîm Elsilêman amaje kir ku di pênc salên çûyî de, danûstendinên bazirganî ne gelekî bi paş de çûne, ji ber baweriyekhevbeş bi girîngiya pêkvejiyanê heye.

Ehmed Şiwêş ciwanekî ji Hesekê, dibîne ku rewşa ewlehiyê di dema çûyî de, sedema paşketina sivik di têkiliyên aborî di navbera kurd û ereban de ye, û dibîne ku tevgera bazirganî, ji ber rewşa hemû bajar û parêzgehên Sûriyê û giringiya misogerkirina alavên xwarinê ber bi başbûnê ve diçe.

Bandora nerênî a ku li gor Elsilêman û Şiwêş sivik xuya dike, serafê ji bajarê Qamişlo Xalid Elşêxê, dibîne ku kêşe ne tenê kêmbûna danûstendina bazirganî ye, û amaje kir ku danûstendin di navbera herdû aliyan de, vê dawiyê ji ber bêbaweriyê kêm bûye.

Di nerîna Mehemed Elsalih nîştecihekî bajarê Qamişlo de, lîska bazirgan in kurd û ereb di hin alavan de, danûstendinên rojane kêm kiriye.

Meerûf Mehmûd Elhisên, nîştecihekî bajarê Qamişlo ye, dibîne ku dorpêçkirina li ser parêzgeha Hesekê ferz bûye, têkiliyên bazirganî di navbera kurd û ereban de xurt kiriye û karên hevbeş ên nû ji bo kirîn û firotin, derxistin û anîna hemû kelûpelan ji bo deverê afirandiye.

Jiyana aborî û çandiniyê li Cezîra Sûriyê ji kevn de, çawa bû?

A balkêş, Cezîrê a ku qubleya koçberiya hundirîn bû, ji encama şoreşa çandiniyê di salên çilî û pêncî ji sedsala çûyî de, di salên bi dûv de heta bi zarokên wê jî bûn koçber.

Ji pirtûka “Pêkhatina dîrokî a nû ji Cezîra Sûrî re” a mamoste Cemal Elbarût, bi kurtî emê behsa avakirin û çalakiya aborî li Cezîrê bikin, ji damezrandina dewleta Sûriyê de ta serdemê Bees.

arabs-and-kurds

Bazirganên genim li Hesekê, 29ê îlona 2016, Ineb Beledî

Ferensa: Avakirina Cezîrê

Proseya avakirina Cezîrê karekî Ferensa ê bê wêne bû, ji şeş sedeyan de, yekem proseya bi rêbaz û rêxistinkirî li devera Cezîrê bû. bernameya yekê û didwan a Osmanlî ji bo avakirina Cezîrê bi ser neketibû. Nîştecihên Cezîrê ji çend hezaran li hin gundan berî dagîrkirina Ferensa, bilind bû ta gihîşte nêzîkî sed hezarî li gor amarên niştîmanî yên fermî di wê demê de, û li gor texmîna asayîşa Ferensa gihîşt sed û pêncî û heşt hezarî di sala hezar û neh sed û sîh û şeşan de.

Desthilata Ferensa piştî Cezîrê kontrol kir, siyaseta xurtkirina berhemên çandiniyê meşand, gund avakirin di rêya qanûn “destdanîn ser” di sala hezar û neh sed û bîst û şeşan, li gor wê qanûnê hikûmetê koçber an penaber ji Dêra Zorê ê ku xaniyek, dikanek an her avaniyek di milkên dewletê de li devera Hisiça, bi rêdaneke fermî ji hikûmetê yan bê wê,ava kiriye, ji mafê wî ye bê beramber sûdê jê bibîne.

Şaristanîbûn û qaçaxî

Ev pêşveçûn nedibû û bi ser nediket heger navendên şaristanî li herêmê nehatiba damezrandin, avakirina bajarê Hesekê û Qamişlo ev yek pêk anî, bi şêweyekî ku Hesekê şûna Mêrdînê bigre û Qamişlo şûna Nisêbînê. Hesekê berê xwe bide Mûsil, Dêra Zorê û Helebê, û Qamişlo jî di rêya tirênê re berê xwe bide Helebê.

Di navbera bajarok û derdorên gundîtî û beriyê de

Bajar û bajarokên ku di rêya koçberiya ji Tirkiyê re geş bûn, bi şêweyekî sereke Ermenî, Kirîstiyanî û Cihû bûn, Erebên Misilman ên li van bajaran ji bajarên Sûriyê din hatibûn, ne koçerê ereb ên xwecih bûn, gundewar bi şêweyekî sereke kurd bûn, berî jî koçer û nîvkoçerên ereb bûn. Têkiliya di navbera van bajarên nû de û derdorên gundî yê kurdî û koçerî û çandiniyê yên kurdî û erebî hêdî hêdî cihê xwe digirt.

Wek nimûne li ser asta têkiliya di navbera navenda bajarê Hesekê û derdorên wê, geşbûna têkiliyên bazirganî di navbera berhemên Cibûr (êleke ereb e) ji rûn û hiriyê û bazirganên bazara Hesekê ku piraniya wan kirîstiyan û cihû bûn.

“Şoreşa Çandiniyê li Cezîrê: “Kalîforniya Sûriyê”

Şandeya Spîrz a Berîtanî di salên 1941 – 1944 hat Sûriyê, û şûnwarên wê heta dawiya salên çilî man, dest bi çakirina zeviyên çandiniyê kir û bi genim çand, ji bo pirsgirêka kêmbûna genim çareser bike, û ser hildana projeya Berîtanî ji bo damezrandina dezgeheke herêmî, ku xwe bi xwe xwedî bike û têra xwe genim berhembîne, herweha berhemên ji artêşa Berîtanî re lazim in.

 Siyaseta šandeya Spîrz a Berîtanî a di salên 1941 – 1944 serkeftinên berbiçav bi dest xistin, rûberê zeviyên çandinê li Sûriyê ji 1.75 melyon hiktar di sala 1938 an de, bû 2.3 melyon hiktar di sala 1945an de, Sûriyê ji welatekî genim dikirî bû ji welatên genim difroşe.

Cezîrê di pêşiya karên şandeyê de bû, di warê siyaseta genim de, pisporên wê gelekî hewil dan ku şêxên êlên koçeran razî bike ji bo zeviyên xwe li şûna tovên xwecih ên nebaş, bi tovên nuh biçînin.

Şêx û axên kurd ên di wê demê de, ji Tirkiyê reviyan û li Cezîrê nîştecîbûn, xwedî pere bûn û beşdarî di geşkirina çandiniyê de kirin, herweha piştî salên zuhayê neman, şandeyê dikarîbû berê axeyên êlên ereb bide çandiniyê û vê yekê geşbûna jiyana li gundewaran zûtir kir.

Vê siyasetê serkeftinên berbiçav bi dest xistin, rûberê zeviyên çandinê li Sûriyê ji 1.75 melyon hiktar di sala 1938 an de, bû 2.3 melyon hiktar di sala 1945an de, Sûriyê ji welatekî genim dikirî bû ji welatên genim difroşe.

Kampaniya Esfer û Necar

Koka vê kampaniya malbatî vedigere destpêka salên sihî, dema semyanên xwe ji Diyarbekir veguhestin Qamişlo û dest bi berhemanîna birincê kir, lê pêşveçûna xurt di destpêka salên çilî de bûn, dema di çarçûveya şandeya Spîrz de, di sala 19942 an de,şirîkatî ligel zarokên Ibrahîm Paşayê Milî ji bo 300 hezar hiktar ji zeviyên wan ji bo çandiniyê bi kar bînindanîn. û bi vî rengî kampaniya Esfer û Necar di demeke kurt de bû mezintirîn xwedîmilk li Cezîrê, kampaniyê dest pê kir zevî bi kirê da cotkaran.

Şoreşa Pembo

Berhemê sereke li Cezîrê heta sala 1950 genim bû, lê ji encama şerê Kûriyayê, pembo li seranserî cîhanê hat xwestin, ji ber vê yekê pembo li Cezîrê bû berhemeke sereke û kampaniya Esfer û Necar rola herî mezin dîtin û di sala 1954an de rêjeya berhemanîna pembo li Sûriyê nêzîkayî li rêjeya berhemanîna pembo li Emerîka kir.  Bi sedan pîşesaz û bazirganên bajaran, pereyên xwe di çandiniya pebo de bi kar anîn, herweha gelek ji  penaberên Siryan û rîsipî û maqolên Kurdan bûn cotkarên mezin.

Kampaniya Mekîneyên Çandiniyê

Geşbûna di çandiniya pembo û genim de, geşbûna bazirganiya terektoan û hemû tiştên girêdayî wê xwest. Pêşxerî ji aliyê kertê taybet xuya kir, û nêzîkî pênc kampaniyên mezin ji bo anîna mekîneyên çandiniyê saz kir, kampaniya mekîneyên çandiniyê yek ji van kampaniyan bû, hivdeh cotkarên Cezîrê li Qamişlo ev kampaniya di sala 1953an de, saz kirin, damezrênerên wê yên herî xuya, Siryan û serok êlên kurd û ereb bûn.

Desteserkirin û zuhaya domdirêj

Dewleta “Wehdê” di sala 1958an de dest danî ser kampaniyên mezin, bi taybetî kampaniya Esfer û Necar, herweha dest danî ser rûberên berfireh ji zeviyên xwedîmilkên mezin bi behaneya li cotkaran bê belavkirin, lê ji ber cûdabûn çê bû, ev yek neçû serî. ji encamê zulmek mezin li cotkaran bû, dewletê ew ji mafên wî bêpar kir û ew mecbûr kir ku koçberî bajarên Sûrî yên din bibe.
Salên mehl û zuhayê û kêmbûna xwestina genim û pembo li ser asta cîhanê, hişt ku parêzgeha Hesekê berde nîştecihên xwe, piştî bîst sîh salî koçberên hundir berê xwe didan wê, ji ber şoreşa çandiniyê

Ev fayil ji aliyê Rojnameya Ineb Beledî û bi alîkariya Radyoya ARTA FM hatiye amadekirin.

Top